Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shorbevan] de;

252. Îcar tirsa min ew tirs e ku bêje hingê ez nanivîsim!*



23.05.2020 00:50 | ferhenga şikestî

203. Herkes dikare kîlo bigire bila reşbîn nebe.

Min jî bi salan bi qasî barê kerekî tişt dixwarin rojê çend danan lê herî zêde dibûm 65 kîlo.

Bila cara ewil biçe tesîseke werzişê qeyda xwe çêke dûre li malê stoka xwarinên ku proteîn û kaloriya wan zêde ye bike. Ne hewceye bi nên zikê xwe binepixîne.

Bila ji internetê listeya xwarinên ku sivik in lê bes proteîn û kaloriya wan zêde ye amade bike dûre bi cehd û kedê bêje bîsmillah û dest pê bike



27.07.2016 22:45 | ferhenga şikestî

200. Ji ber ku min bi awayekî zindî jî dîtiye dikarim bêjim ku gelek zeyîf e, bila ji xwe re hinekî kîlo bigire û qelew bibe.

Demekî ez jî mîna wî gelek qels bûm, qama min 1.83 e û kîloya min jî 63 bû, lê bi diyetekê ku min bi lêkolînên xwe ji xwe re amede kiribû, ez heta bûm 75 kîlo. Aniha ji ber nexweşiyan bûme 72 kîlo.

Bila spor bike, alavên giraniyê ku qiwetê jî dide mirov, bixebite û her şev teqez şîr vexwe. (Lê wekî min gûyê şîrî dernexîne dê dûre ji ber kalsiyuma zêde di gurçikan de kevir derkeve)

Neyse eger bixwaze dikarim jê re bi rêya taybet jî rêbaza vê meselê bişînim*



26.07.2016 12:04 ~12:05 | ferhenga şikestî

183. (bnr: Özrü kabahatinden büyük)

'Keçikên teqandî' çi ye oxlim??

Bê şerm û fêdî hê jî diştexile yaw.. nihat doganê tirşikê ye. Me ne ji wî ne jî ji te fêm kir newsa?

Anlasilmak istiyormus, üretime ne katkin oldu da seni anlayacagız lan?



16.04.2016 18:57 ~19:02 | ferhenga şikestî

178. Di tirsikê de yê herî nezan, kêmaqil û berredayî ye. Heta astekê min te'mul dikir lê piştî vê entrya wî jin û seks/87947 dilê min jê xeliya.. ne tenê nezan û ehmeq e di heman demê de dilpîs, genî û zikreş e jî...

Gere di tirsikê de taybetiya 'asteng bike' jî hebûya. Êdî te'mula dîtina navê wî jî nakim



16.04.2016 14:41 | ferhenga şikestî

162. ji dewsa ku şaşiya xwe qebul bike û hîn dev ji nivîsandina peyamên berredayî berde, bêtir li vir dagir dike bi peyamên tewşomewşo..

yek ji wan ez im ku ji peyamên vî eciz dibim..

her kes dikare di vir de binivîse, slogana tirşikê avakirina ansiklopediyeke subjektîf e, dema ji vir deh sal paşê zilamek an jinek were û bikeve li pey lêgerînekê divê bo lêgerînê tatmîn bibe. mesela dema mijareke rojane vebû, deh sal şûnde karibe wê mijarê bixwîne û li gor wê demê karibe nirxandinekê bike. de bifikirin, çi tiştekî xweş û super e newsa? bo ku ev ferheng hîssiyata hanê bide divê peyam têra xwe baş bin..

ji bo peyamên derêformatê an jî yên berredayî mijarên derveyî formatê hene; wek rojnivîska tirşikvanan û tirşik forum, her kes dikare di wan mijaran de derveyî formatê binivîse..

kesî ji ber nêrîn û ramanên wî ew asteng nekire, sedema astengkirinê bila manîpule nebe û belasebeb kes xwe neqehirîne.

îro ro ferhengên tirkan bûne sergo hew bêhna mîzaheke pênçpere jê difûre, êdî kes wan ferhengan bo pÊhaybûnê bi kar nayêne, ez û nivîskarên dî yên kedkar û xwemxûr naxwazin dawiya tirşikê jî wilo be, loma divê car carinan li ber lehiya peyamên vala meriv tevdîran bigire..

meha dawî tirşik xalî bû, ji ber ku yên dihatin nivîsîn kêrî tû gûyî nedihatin loma ez bixwe jî kes nêt nedikir ku binivîsanda.

zêdebûna hejmara peyaman merîfet nîn e, îroj her kesê/a ku bixwaze binivîse dikare di rojê de sed peyam jî binivîse, lê bû çi?

tu qebheta simurg56 tune ye, min pir israr kiribû, ez dîsa dibêjim ger ez jî peyamên vala û bo zêdekirina hejmara peyamên xwe vê ferhengê wek amûreke xwetatmînkirinê bi kar bînim, min jî asteng bikin,...



20.02.2016 22:27 | ferhenga şikestî

155. (bnr: av bisekine ew nasekine):(



18.02.2016 21:55 | ferhenga şikestî

143. wek birayekî, rîca û pêşniyaza min jê re ev e ku ji dêvla ku di binê hemî mijaran de tiştekî dinivîse, bila bi tenê li ser tiştên ku lê serwext e û dikare çend gotinên pijandî lê zêde bike, binivîse çêtir dibe..

ger wisa nebe dê ferhenga me jî bibe wek ekşiyê û bibe sergo



10.01.2016 16:02 ~16:14 | ferhenga şikestî

136. xwudê heye, gelek pê dikenim lê divê di tehmê de bihêle û nebe klîşeyek di dîroka kurdînûsiyê de..

bila hebekî jî destên xwe li ser meseleyên giranbuha bi awayekî nêzikê formatê binivîse, mîzaha ku dixwaze pê bike û navê xwe li ser tirşikê deyne, ji demeke şûnde dibe bereta..

carinan têm li ser rastiyê; camêr bo ku hejmara peyamên xwe zêdetir bike zora nivîsînê dibe, ne hewce ye..



02.01.2016 16:59 | ferhenga şikestî

134. hama kêngî, çawa, li kû derê peyvekê bibîne, bila were di vir de binivîse..

jixwe yek jê armanca tirşikê ew e ku hemî peyvên kurdî karibe di nava malpera xwe de bihewîne..

tê bêjî qey ev der facebook e, malpera parvekirinê ye ku bi qebheta parvekirinê tê îthamkirin..

kîja ziman dibe bila bibe hama jê texsîr nekin, binîn û binivîsin, çiqas tûrika tirşikê tije be ewqas rêya ansîklopedîbûna tirşikê dê nêziktir be..

loma sihheta shorbevanî xweş be



22.12.2015 20:21 | ferhenga şikestî

119. nivîskarekî wek şekirê şamê ye, di vê entrya xwe de wêne/78912 xwestiya min piçûk bixîne, , her çiqas bi ser neketibe jî, têkoşîn û hewldana wî bÊhempa ne, loma min teqtîr kir û min çeppik da wê peyamê*



07.11.2015 19:00 | ferhenga şikestî

115. baş e ku em êdî dizanim peyama hanê kêngî hatiye sererastkirin yan na meyê bigota pêxember e*



02.11.2015 22:08 | ferhenga şikestî

94. roj bi roj kurmanciya wî rastir û çêtir dibe



14.08.2015 00:43 | ferhenga şikestî

53. dîsa hatim..

bila ji xwe'r biaqil be yan na ez ê bikevim û bombeya atomê biavêjim hemî entryên wî..

ji meheke zêdetir e ku di vê ferhengê de ye lê aqilê mino hê jî fêrî formatê nebû

(bnr: tevgerên şîzofrenîk)



29.05.2015 20:54 | ferhenga şikestî

24. şeref û namûsa formatê felişandiye, hetikandiye û bi ser de jî lewitandiye lêêê dîsa jî kêfa min jê re tê. lewma tev lî entyên wî nabim*

(bnr: torpîliyên tirşikê)



20.04.2015 23:39 | ferhenga şikestî

16. hama xwudê jê razî be, di rojê de sê dan bi saya serê wî dikenim, dikenim, dikenim*



19.04.2015 22:02 | ferhenga şikestî

8. nivîskarê ku bi vê entrya xwe can û ceger/65683 ez ji kena zikopişto kirim*



14.04.2015 21:05 | ferhenga şikestî

7. min carekê jê rîca kir lê bi cih neanî, bila li qisûrê min efû bike lê ez ê peyamên wî yên derêformatê jê bibim

bila hay jê hebe



13.04.2015 10:36 | ferhenga şikestî

6. ez jê rîca dikim, bila hama carekê formata tirşikê bixwîne



12.04.2015 23:31 | ferhenga şikestî

4. heke xwe li ser rêziman û rastnivîsa kurmanciyê piçeke sor bike wê gelek gelek baştir binivîse*



12.04.2015 14:07 | ferhenga şikestî

1. nivîskarê nû yê tirşikê ye, di profîla xwe de diyar kiriye ku ew jî ji ferqînê ye

bi xêr hatiye, bila mayînde be û ji zikÊ ferqînê agahiyên hêja ragihîne*



11.04.2015 11:06 | ferhenga şikestî