Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taybetmendiyên bûkên ku dayîkên kurd dixwazin] de;

13. divê xweşik bin

divê cihê hurmetê zanibin

divê çavên wan rengîn be

divê bejn û bala wan li ser be

divê zanibin xwarinan çêbikin

divê jîr û zana bin

divê di derûdora ku kurtepistan difûre de pesna xesûya xwe bidin

divê qedrê mêrê xwe bizanibin

divê ji dêya xwe bêtir ji xesûya xwe hez bikin

divê malbata xwe nekin mêvan lê malbata mêrî tim taca seran be

divê divê divê divê..

dema min nivîsand jî dilê min xeliya üfffff



têbinî: ji vir sê sal berê meta min ji bo kurê xwe li keçikekê digeriya, rojekê ji min jî pirsî go tu çi difikirî? go qet hevalên te nîn in bo kurê min? (navbera min û meta min pirr baş e em wek heval in lewma serbest dipeyivim) mi go metê çawa tune ye! ma xeleya keçikan rabûye? tu eyb nakî! û mi go tu tiştekî çawa dixwazî? go bila mekteb xwendibe, dirêj be, xweşik be û jîr be.. falan lîsteya jor bi derbekê de jimart (kurê wî ji 1,62 ye, çavên wî hurik û qûna wî jî nêzikê erdê ye)

mi go metê ma ez bi bejn û bala xwe eger keçikeke wisa bibînim çima ji bo kurê te eyar bikim?

got tu kûçik î*



26.03.2015 21:52 | ferhenga şikestî