Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [facebook] de;

48. Ev malper di navbera salên 2010 û 2015an de (heya hilbijartina Hezîranê) gelek xweş bû ji bo kurdînûsan. Hama bêje min hemî kesên ku bi zimanê kurdî re serê xwe diêşand, bi kurdî dixwend û dinivîsand dinasiya. Bi rêya faceyê hemî kurdinus hevûdu nas kirin, têkiliyên xwe geş kirin. Berîya faceyê ji xeynî nivîskaran kes kesî nas nedikir kes nizanibû li bakur çend kes hene ku bi kurdî dixwînin.
Ji xeynî wê jî ortama wan salan pirr xweş bû. Piştî hilbijartina hezîrana 2015an dîsa şer dest pê kir û hêdî hêdî xelk ji tirsa destên xwe jê şûştin. Aniha ez bawer im di sedî de Not kes li faceyê nemaye. Gidî Gidî me çi civat digerandin li ser faceyê.
Ew jî bû derew



30.11.2019 23:33 | ferhenga şikestî

32. bîst û yek roj e jê dûr im oxxx kêf kêfa min e gidî



15.07.2015 23:23 | ferhenga şikestî

27. mîrata ku min destên xwe jê şûştibû lê zêdetirî meheke dî cardî vegeriyam..

kurd ecêb in baba, tevgerên spastîk bo me bûne edet, taliyê ez jî kurd im*



14.01.2015 20:11 | ferhenga şikestî

26. malpera ku min hefteyeke berê betal kiribû û dilê min pê rehet nebû û min du roj berê bêveger jê bir û êdî guhên min hêsa û rexet in, êdî têra xwe pirtûk dixwînim, min niha hewisîm ku di rojê de kêmtir 3 saetên min ên ku ji kîsê min diçûn pê re derbas dibûn, ma ne heyf e ku xwedê têra xwe wext dayiye me û em li dû tişten boş û vala wextên xwe pûç dikin, pîç dikin...



30.12.2014 22:23 | ferhenga şikestî

23. malpera ku dixwazim qet nekevim lê zêtir 2 roj xwe radigirim û dîsa vedikim..

nahêle ku rojeva te ya taybet hebe gava tiştekî diqewime tavilê nêt dikî ku tiştekî bibêjî lê dinêrî ji jor vê heta li jêr rûpel li ser vê bûyerê tijî bûye lewma dirû dimîne monoton dibe bi demê re her tişt normal tê û nehestyarî çê dibe

di destpêkê de tu bi nêta ku ez parve bikim ku hêşmendiyeke çêbibe xwe dilivînî heta li vir her tişt normal e lê belê di pêşerojê de wisa bûyerên xirap diqewime lê ji bo te tenê dibe sedemê rexne yan jî dijûn û dijmîn

feysbûk bi genetîka însanan dilîze refleksên te bêhemdî pêk tên ji cihekî şûnde ji kontrola te derdikeve, girse çi bike takekes jî wê tiştê hanê dike

berî niha min ji bo şopandina nivîskarên kurd bi kar dianiyan gava ku betal dikim haya min ji wan û rûdanên ku li ser wêjeya kurdî diqewimiyan çênedibûn ji bêgaviyê cardin min vedikir

malpera ku hem pirr kêrhatî ye hem jî pirr xeternak e. aliyê wê yê baş ev e ku tu dikarî ji her tişt agahdar bibî lê aliyê wê yê xeternak jî ev e ku hemû agahiyên ku ji wan agahdar dibî bi pirranî agahiyên deforme ne..

zimanê feysbûkê jî ji sedî 99 bi tirkî ye ango rêjeya bikarhenêrên kurd wisa ye.. gava bi kurdî dinivîsî zêdetirîn ji 10 kes ve reaksiyon digirî (ji xeynî nivîskaran) gava ku bi tirkî dinivîsî ji 50 kes ve jî reaksiyon digirî lewma carinan dudilî dibî hem naxwazî bi tirkî emel bikî hem jî ji ber egoya xwe dixwazî reaksiyon bigirî û bi tirkî emel bikî weka her cih li feysbûkê jî bazar qesad e... ez ji sedî 99 bi kurdî bi kar tînim kêm caran jî bi tirkî dinivîsim lê ji ber ku rewşa Kurdî ya li ser feysbûkê ne baş e mariv jê sar dibe weka ku ji jiyanê sar bibî

bênamûs wek cixare ye ne tê avêtin ne jî tê berdan



08.02.2014 21:08 | ferhenga şikestî

18. îroj min betal kir lê wek navê xwe dizanim ezê dîsa vekim wek her car..

hevalên min ên Tirk jî hene di feysbûkê de carinan difikirim wan pirr tistên bêwate parve dikin û dinê qet xema wan nîn e ez pirr dihesudim azad in pirsgirêka wan tune ye lewma jî nakevin li du tiştan jixwe nivîseke siyasî dinivîsin jî mariv dibêje çi qas ehmeq e çawa tiştêk wisa tewş bi ciddiyetê dibêje. . kurdên ku feysbûkê bi kar tînin jixwe qet nepirse dibên qey welat li benda wan e û hemû kar û barên kurdistanê li pişta wan e lê nizanin ku hundir vala ye ez gelekî jê eciz bûm dilê min digerîne dîsa jî nikarim xwe jê qût bikim wek hêşaşê ez pêçandime jixwe gava ku bi kar tînim jî ji bo agahdariyên ku di rojevê de diqewimin pê hay bibim û nivîskar û helbestvanên kurd bişopînim.. vê nexweşiyê feysbûkê derbasê laşê wan jî bûye wek mînak bidim yekê heye ez nav nedim heta êvarê helbestan dinivîse ku wek ayeteke pîroz dibîne tu gava pesnê helbestê wê/î didî difire lê dibêjî ev çima wisa ye tavilê hêrs dibe dibêje ji te re çi helbest helbestê min e kesê eleqedar nake.. wê demê menivîs qurban ku kesê têkildar neke ji bo çi dinivîsî artist?



05.12.2013 19:25 | ferhenga şikestî