59. min ne bawer e tiştekî wiha pûç bêje... |
|
03.09.2015 00:24 |
ferhenga şikestî
|
42. dema ku em dibêjin bi şeref vîn û îradeya we ya azad û serbixwe nîn e, hûn hişaza û têgihîştî nîn in, ji ber van gotinan gelek sempatîzokên me yên nûgihîştî, xwe dînomîno dikin, dîn û har dibin. ji dêvla ku jargon û argumantên nû peyda bikin û me bi retorîkên xwe yên tekuz bidin ber şerman, dîsa mîna band û plaqeke xirakirî, dubare, sêbare û dehbare heman tiştên riziyayî tînin li ber însanan. êdî dilê min ji tezên we dixele. |
|
05.04.2015 11:02 ~11:07 |
ferhenga şikestî
|
38. kesên ku di hefteyê de 7 roj û di rojê de 24 seatan qal û behsa demokrasî û pirhêlî û pirdengiyê dikin û serokên partiyên dî ên tirkan bi despotîzmê sucdar dikin, ji rexne, gotin û dijberiya altan tanî eciz bûne.. |
|
04.04.2015 22:41 ~22:46 |
ferhenga şikestî
|
29. wek nazim tolhildan jî gotiye ku altan tan bahane ye. |
|
04.04.2015 14:35 |
ferhenga şikestî
|
25. min berê jî gotibû û niha jî jî dibêjin; heyfa wî bû ku li rex sirri sakikî yê ku dibêjê rêzeke bêsînor li ber ataturt û ismet inönüyî digirim, siyasetê dikir.. |
|
03.04.2015 19:23 ~19:24 |
ferhenga şikestî
|
22. siyasetmedarê ku min digo qey piştî avabûna hdp'yê û jiholêrabûna bdp'yê dev ji vî îşî berde û neke li pey hdp'yê |
|
13.01.2015 22:55 |
ferhenga şikestî
|
17. siyasetmedarê ku ez bawer im beşdarê hdp'yê nebe. jixwe cara ewil jî ji vê projeya ehmeqane nerazî bû her gav bi lêv dikir. dema ku daxuyanî an jî gotinên wî dixwînim dilê min rehet dibe. çendîn ku bi ya wî nefikirim jî, di nava siyasetmedarên me de herî rastgo û serbixwe ew e. |
|
24.04.2014 23:47 |
ferhenga şikestî
|
11. siyasetmedar e, lêkolîner e, nivîskar e, dîrokzan e, nîqaşker e û 'şehîr çoçuxî'ye (gedê bajêr*) xweş û resen dipeyive gava ku bi tirkî dipeyive- jixwe tim bi tirkî dipeyive- dikare hemû kurdên ku piçikek jî kurdbûn têde hebe bike li bin bandora xwe bêriya ku bibe parlamenter jixwe dihat nasîn her gav derdiket bernameyên siyasiyê û niqaşên xwe piçikek bi profesyonel piçikek jî devokî yanî bi awayekî zimanê xelk dipeyivî û qerrase dikirin kesên ku di dijî wî neyartiyê kurdan dikin de ji ber vê yekê kêfa miletê jê re dihat heta li vir pirsgirêk tune ye lê çareseriya ku ew difikire ne çareseriyeke kurdistanî ye ji vir pênç sal berê min pirtûka wî ya bi navê pirsgirêka kurd xwendibû jixwe pirrî tiştên wî ne li gorî min bû ne jî li gorî berjewendiya kurdistanê bû bi çavekî umetxwaz û capîtalîst nêzê pirsgirêkê dibûn wek mînak di cihekî de gotibû 'di vê sedsalê de êdî girîngiya fransizî jî hama bibêje nemaye di hemberê îngîlîzî de têk diçe dem dema entegrasyon û globalîzmê ye lewma zimanê kurdî pirr girîng nîn e êdî gava ku bi zimanê zikmakî perwerdehî bên dayîn jî ji bo ku kurd jî ji dinê îzole nebin divê tirkî jî her dem bizanibin' sedî sed nayê bîra min lê kêm zêde wisa digotin.. yanî camêr dixwaze bibêje çi? dibêje ku kurdiya xwe jî hîn bibin lê zimanê we yê entelektuelî bila her tim bi tirkî be her gav di bin siya tirkiyê de bêhna xwe bidin.. na loo!!! hadê em bibêjin ku globalîzm heye û zimanekî bi tena serê xwe besî kes û civatê nake, wê demê çima bi tirkî? wê demê ez jî herim îngîlîzî hîn bibim qene mineta me ji hev tune ye.. girîngbûna zimên, girêdayî zimên nîn e. ew neteweya ku ji xwe re zimanekî bijartiye çi qas bi pêş be zimanê wê jî ewqas girîng dibe di rojhilata navîn de kurd çiqas bi pêş bikevin ziman jî ewqas bi pêş dikeve û girîng dibe belkî ji we re piçikek xeyalî were lê eger ku ez nikaribim xwe ji globalîzmê îzole bikim ez ê ji nava globalîzmê re bi rengê xwe hewl bidim ku giraniya xwe jî pê re bibim ne wek xulam û ne jî ji neçariya xwe razî! |
|
24.01.2014 02:51 |
ferhenga şikestî
|