Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çiyayên kurdistanê] de;

17. gelek çiyayên kurdistanê yên bi nav û deng hene ku bi hezar salan ji bo parastina gelî bûye cihên stargêh.. ez zêdetir ji yên dikevin di bin sînora bêtlîsê hez dikim. çiyayên ku dikevin di navbera wan û bêtlîsê gelek xweş in tev bi dar û giyan in dema ku di payîzê de di ber re diçî, dikarî heft reng di pelên daran de bijmêrî, yên bilintir û bi heybettir hene ku mariv bi sêrkirinê têr nabe.

di van rojan min gelek bêriya çiyayên kurdistanê kiriye, hama min dil heye ku dev ji kantona stenbolê ya xwediyê behr û plaj û tengavê berdim û xwe berra çol û çiyayên kurdistanê yên bi dar û giyan û bi rût û tazî bidim



20.09.2014 01:14 | ferhenga şikestî