Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mala minê] de;

27. min îroj beşa dawî (beşa 8) temaşe kir.
min baş fêm kir. canik û camêrên ezîz fikreke wisa pêşniyaz kirine; emê beşek vê rêzefîlmê amade bikin, dûre hemî beşên dî varyasyonên cuda yên beşa ewil bin jixwe xelk û elem ji bo peyveke kurdî birçî ne tî ne loma kes dê dengê xwe neke. eyn wisa li wan qewimîye. ger hûn bi tenê beşa ewil temaşe bikin êdî ne hewce ye hûn ê beşên dî temaşe bikin.

dijwar; taktîk hevalno taktîk ezê çawa asyayê eyar bikim?
asya; kî di serşokê de ye? kî hi?
stî xanim; şeref şeref şeref, şano huner e şano estetîk e şano quzê kerê ye!
celîl; pere pere pere, çaya belaş, ji mala min derkevin! ezê biqurbanî te bim
reşîd; çay çay çay
rûken; makyaj bike makyaj
mîrza; dijwar wisa neke, arîfo wisa neke
arîfo;afgdfhasjkdkisşglkajehopaşiKDEŞIFJOKL
xaltika; rûtirşê asyayê....

welhasil hemî replîkên vê rêzefîlmê ev in.



22.12.2019 23:25 ~23:26 | ferhenga şikestî

24. min her du beşên dawîn vê êvarê temaşe kirin
bala min kişand her diçe xirab dibe, min di beşa dawî de jixwe hîç guh jî neda wisa vekirî ma bi tenê dengê wê dihat min.

her du beşên ewil xweş bûn, ya sêyê teqûreq lê jê şûnda ne baş bûn
ez bawer im hinekî ecele kirine. senaryo qels e, ez li dewsa wan bûma minê deh beş amade bikirana dûre hemîyan bi hev re biweşandana an jî min deh beş amade dikir dûre her heftê beşek diweşand. wilo mirov dibêje qey her heftê difikirin gelo em vê beşê çawa bikin.

beşa ewil nêzîkî saetekê bû lê aniha ketiye nîv saetan. ma wilo dibe?
ew hamdi karaman bi du karekteran dilîze. ew her du karekter jî dema diaxifin zêde diqîrin, bi dengekî berz diaxifin ji loma profesyonelîya wî ji eyar de dikeve, mirov eciz dike. ji kerema xwe re bila hinekî sekan be.

xwedîgiravî arîfo feylesof e lê heta aniha min ji peyv û hevokên wî hîç tiştekî feylezofane seh nekirin. tiştê ku dike nîşaneya aqilavêtinê ye. carinan dibêje tu zanî falan feylesof gotiye çi? tiştekî dibêje lê mirov tênagihîje behsa çi dike ma ezxulam feylesofî û aqilmendî ev e? ev tarz dişibe tarza ew xwendekarên ku te dît hê nû li zankoyê beşa felsefeyê qezenç dikin û ji derûdora xwe re behsa felsefeyê dikin.
dîsa dibêjim ew her sê keçik bo vîtrînê hene. baş e ku êdî asya stranan nastrê. ew çi bû gidî hetka strana gulbarînê biribû mîratê?
senaryo timîdaîm eynî ye dîsa bêjim; dijwar dixwaze asyayê eyar bike tiştekî dike lê bi ser ve nabe. û bi stranê jî beş xelas...



15.12.2019 00:22 ~00:25 | ferhenga şikestî

18. piştî temaşekirina beşa çarem ez pê werqîlim ku ev rêzefîlm hew li ser têkiliya dijwar û asyayê ava bûye. ji xeynî wê tu fikereke dî tune ye mixabin.
di destpêka beşê de dijwar dixwaze asyayê bibîne heta dawiya beşê dekûdolapan dike di dawiya beşê de tên ba hevudu lê dekûdolapên dijwar derdikeve meydanê û asya jê re hêrs dibe û diçe û bi stranekê beş diqede.
ev her çar beş in ku senaryo eynî ye.
eger senaryo heta dawiyê wisa be bi xwedê me pê girt. ma wisa dibe gidî?



27.11.2019 19:45 ~19:45 | ferhenga şikestî

12. Ji bo sê beşên ewilîn dikarim bêjim rêzefîlmeke serkeftî ye.
beriya ku temaşe bikim pêşîhikum bûm çimkî hemî rêzefîlmên dî yên beriya niha giş nedikirin serê derziyekî.
dengê sê karekteran xweş e lê ez dibêjim qey dixwazin di nava senaryoyê de jî wan kesan bi dengê wan derxînin pêş lê ev yek ji wextekî şûnda bo min ecizîyê çêkir. ger stran an jî kilam bi bûyerê re têkildar be ango bûyer û strandina strana hanê li hev were ne problem e lê di cihekî bê eleqe de dema karekterek stranek dibêje bê hemdê xwe eciz dibim. mesela di malê de stran sevik ji nişka ve strana gulbarîn ya keybanûya muzîka kurdî hanî mûctehîdî dibêje. hem jî ji serî heya dawiyê. çi eleqe? hem hetka stranê bir hem jî bi a min gelek detone bû. hewceyî van hereketan nîn e babê min.

herçî ev e ya me ye loma ezê heya heyayî temaşe bikim. selim akgul yanê dijwar pirr baş dilîze hem bi kurmanciya xwe ya şêrîn hem jî bi şanogeriya xwe ya serkeftî pirr baş e. özlem taş jî yanî sitî xanim jî baş dilîze. tevî ku hîç kêfa min ji ozlem taş re nayê jî nikarim heqê wê xanimê bixwim. her sê keçik baş nalîzin pirr zêde zimanê wan li hev diherbile, baş dixuye ku ev her sê keçik di jiyana xwe ya rojane de zêde zêde li ser zimanê tirkî meyldar in.
arifo bi devoka xwe dipeyive, xweş dipeyive, dengê wî jî gelek xweş e. ew dikare stranan bistrê,*



22.11.2019 23:25 ~23:26 | ferhenga şikestî