Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qedrî yildirim] de;

18. we rastî bivê, kurmancî beşa wî ya esil nîn e û kurmanciya wî jî pirr xirab e ez meraq dikim çawa çêbû ku hat li ser beşa kurdolojiyê...



13.09.2015 23:49 | ferhenga şikestî

1. gerînendeyê enstûtiya zimanên jîndar a zanîngeha artukluyê ye..

di sala 1959'î de li amedê ji dayik bûye.

di sala 1996'î de di zanîngeha harranê de li ser ziman û wêjeya erebî lîsansa xwe ya bilind temam kiriye û du sal piştre jî doctoraya xwe xelas kiriye.

di sala1999'î de di fakulteya îlahiyatê ya zanîngeha dîjleyê de di beşa ziman û wêjeya erebî de wek alîkar doçent dest bi kar kiriye û di sala 2010'an de jî bûye profesor

zimanên wek kurdî, erebî, farisî, îngîlîzî û tirkî dizane. zewicandî ye û çar heb zarokên wî hene..



hemû berhemên ahmedê xanî nirxandiye, li gorî kurdiya îro şîrove kiriye û çap kiriye;

(bnr: mem û zîn)

(bnr: nûbûhara biçûkan)

(bnr: aqîdeya îmanê)

camêr hemû emrê xwe li pey kurdî pûç kiriye di warê kurdî de otorîteyek e gelek li pêş û zana ye



îroj bi angaşta gendeliyê ji aliyê dewletê ve hatiye binçavkirin. ez bixwe şermazer dikim ku tu karê mamoste qedrî bi van ihaleyan ve tune ye û ne bawer im ku hebin jî. komployek ji aliyê 'hin kesan' ve hatiye kirin ku dixwazin kurd li tu derê bêhn û nefes negirin..



18.11.2014 19:43 | ferhenga şikestî