Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ulysses] de;

29. Kawa Nemir deh sal berê gotibû ezê vê romanê wergerînim. Ger ez ne şaş bim wan deman dihat gotin dê çar salan de amade be lê...
Aniha jî çend meh berî niha gotin wergera wê xelas bûye. De vêca em deh sal jî li benda çapkirinê bisekinin.

Ev kitêb bo tirkî ji hêla nevzat Erkmen ve hatibû wergerandin. Min hê nexwendiye. Lê min li ser wergera evî camêrî çend gotar xwendin. Nevzat gelek zora wergerê biriye. Mesela tê gotin bi pirranî bi tirkîya kevn wergerandiye. Çimkî nevzat wisa fikiriye ; ev kitêb 1922an de hatiye çapkirin loma divê tirkîya wê jî dê bibe tirkîya 1922an de dihat karanîn. Loma bi wergera nevzat beg têgihîştina wê pirr zehmet e. Çimkî berî ku tu ji joycê fêm bikî divê tu ji tirkîya nevzat fêm bikî. Loma ne yek du dîwar tên pêşiya te. Nevzat ez ne şaş bim di pênc şeş salan de encax wergera wî xilas kiriye.
Vê talîyê wergerekî bi navê armağan Ekici jî vê kitêbê wergerand bo tirkî. Min li ser wergera wî jî çend gotar xwendin. Camêr kedeke pirr mezin di ber rêya wergerê de daye. Dibêjin wergera armağan pirr baş e li ser ulyssesê pirr serwext bûye, dibêjin di dema joysê li wir Hama bêje hemû kovar, rojname wesayre her çi hatibe weşandin xwendiye ji bo ku hemî îmge, jargon, esprî yên veşartî, hunera edebî...hwd yên joysê fêm bike. Wergera armağan bi tirkîya îroyîn e..
Ez jî pirr dixwazim bixwînim ji loma li hêviya çapkirina kawa Nemir im. Dema çap bû ezê hem a tirkî hem jî a kurdî bistînim û bi hev re di eynî kêliyan de bixwînim. İnşallah emê karibin jê tiştek fêm bikin *



05.12.2019 01:02 ~01:04 | ferhenga şikestî

19. ziman piçekê jî fort e

mesela tekstên zanîstî jî nayê fêmkirin, nexwe baş e, em pirtûk û nivîs û maqaletên zanîstî jî wernegerînin, hetta em bi vî zimanî perwerdehiyê jî nekin, te dît, nayê fêmkirin!

tobe tobe

yahû camêr serê xwe êşandiye, diêşîne radibe romana herî dijwar ya cîhanê werdigerîne lê kurdên me hê jî dikevin li dû polemîk û magazînê, madem hûn ji wergerên wilo eciz in, nexwînin yan jî rahêjin pirtûkeke hêja yî ya dilê xwe, wergerînin em jî ji we re bêjin aferîn û heta êvarê pesna we bidin, ger ji we neyê yan hûn bi xwe de nebînin, wê demê dengê xwe jî nekin, qenebî rexneyên maqul bikin..

pirtûk hê amede nebûye lê maşalla galagalên hanê beriya çapkirina pirtûkê geş bûye



15.07.2015 00:18 | ferhenga şikestî

15. min nizanibû wergerandina berhemekê girêdayî xwendin-nexwendina jina nivîskêr e, dêmeg divê jina nivîskêr bixwîne yan na werger heram e

neyse mesele ne ew e jî hama bêje di hemû zimanên pêşve yên cîhanê de wergera vê romanê heye, wergêrên dî jî dizanin ku wê xwendevan zêde guh nedinê vê romanê, romaneke girîft û tevlihev e, zimanê wê gelek giran e, di zimanê xwe yê resen de jî pirr hêsan nehatiye têgihîştin, le mesele artîsî be, ma kurd jî nikarin bibin artîst? bila be ma qey çi pê bûye?

ger ez wergêr bûma û bi qasî barê kerekî werger bikira, minê jî pê fortan biavêta, nivîskarî karekî bêminnet e lê wergêrî ne wilo ye



13.07.2015 23:13 | ferhenga şikestî