Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şivanê kurmanca] de;

14. zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pirtûkê nivîsiye tu perwerdeyeke bi kurdî ji dezgeh û saziyekê wernegirtiye. yanê em dikarin bêjin erebê şemo bi zimanê xwe yê axaftinê nivîsîye.

ez naxwazim bi dirêjahî behsa romanê bikim jixwe naveroka romanê kêm zêde li her kesî/ê eyan û beyan e.
di romanê de wek nivîskarê tirşikê mîr li jor gotî, gelek peyvên tirkî hene. hemî ziman ji derve ve peyv digirin ev normal e lê peyvên tirkî ku ketiye vê romanê bi awayekî deformebûyî di romanê de hatine ristin. wek mînak duşurmîş bûn.
fikirîn bixwe peyveke erebî ye ji koka f-k-r'yê hatiye dariştin û ketiye nav kurdî lê di kurdî de deforma nebûye û li gorî forma peyvsazîya kurdî cihê xwe qewî kiriye. mesela bedil jî bi erebî ye û bi kurdî li şûna guhertinê em bi kar tînin û dibêjin bedilîn.
kêmasîyeke dî ya romanê jî bikaranîna şaş a daçekan e. di zimanê kurdî de daçek pirr girîng in, heke daçek şaş bên karanîn xwendina hevokan zehmettir dibe û maneyên şaş derdikevin holê.

bi navê berbangê romaneke dî ya erebê şemo heye. em dikarin bêjin şivanê kurmanca û berbang heman roman in lê hindek guherîn hene di navbera wan de. hindek karekter û bûyer lê zêde bûne û hindek jî jê kêm bûne. lê ya girîngtir di berbangê de karanîna daçekan hatine sererastkirin. ji ber wê yekê pêşniyaza min ji we ew e ku beriya şivanê kurmanca berbangê bixwînin. Xwendina wê rehettir e.

wek hûn jî dizanin erebê şemo li sovyetê dijîya, bi eslê xwe ji qersê ye lê teqrîben di dema şoreşa bolşevikan de dihere rûsyayê, demekê li gel komûnîstan li dijî leşkerên çarî şer dike. Di romanê de jî bîranînên wî yên leşkeriyê hene.
di serdema sovyetan de hemî pirtûkên ku dihatin çapkirin cara ewil ji çavdêriya desthilata sovyetan dibuhurî, kêm an zêde di her pirtûkekê de wesf û pesnên sovyetan yanî komûnîzmê divê bihatana dayîn. Loma di romanê de em liqayî gelek rexneyên li dijî feodalîteyê tên û gelek caran jî em liqayî pesnên komûnîzmê û şoreşa bolşevikan tên.
ev roman jî mîna romanên dî yên edebiyata klasîk a rûsî xwedan taybetiyên xweser in: birçitî, feqirî, zilm û zordariyên axa û mîran, neheqîya pergala feodalîtê…hwd.

bi wê romanê kêm zêde haya me ji civaka kurdan a wê serdemê çêdibe. Li gundan kurd her di binê zilm û zordestiya axa û began de mane, zikê kurdan her vala ye lê mal û milkên began her li ser ked û xebata cotkar û rençberên wan gundiyan zêde bûne.

bi kurtasî beriya vê romanê berbangê bixwînin. Berbang wersîyoneke lêzedekirî û sererastikirî ya şivanê kurmancan e.



05.03.2020 13:35 | ferhenga şikestî