Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendina romanan] de;

7. ji xwendina romanan gelek eciz im. bila kes dilê xwe negire lê belê bi tenê mariv dema xwe pê re diqedîne jixwe dema min qet tune ye ez êdî qet nikarim roman bixwînim..

ez rave bikim ku bila kes şaş fêm neke, ez li dijî xwendinê nîn im lê ez bixwe li dijî xwendina romanê me ji ber ku tu gava pirtûkek digiri destê xwe û dest bi xwendinê dikî, em bêjin, pirtûkeke çarsed rûpelî hama bêje di 10 saetan de diqede falan yanî di rojê de 2 saet bixwîne di pênç rojan de diqede. ez heta ku deh saetên xwe didim romanê, ez ê pirtûkên li ser dîrokê,zanîstiyê,dînê,polîtîk-siyasî,psîkolojî,çandî, sosyolojiyê..hwd falan bixwînim qenebî hînî tiştan dibim..

yanî ez bixwe hez nakim ku bi saetan fantazî û muxayelên nivîskaran mijûl bim.. ma heyfa dema min nîn e?

lê dema mesele kurdî be, rewş piçek Dîtir cuda dibe. di kurmanciyê de hama bêje ji xeynî roman, çîrok, helbest, çîrçîrok.. falan, tiştekî din tune ye, yên heyî jî pirr kêm in, têra mariv nakin lewma jî mecbur dimînim ku bi tirkî bixwînim.. dema ku romaneke kurdî dixwînim, heta ku diqedînim ava dilê min ziwa dibe ji ber eciziyê, sedema xwendina mi a romana kurdî jî, ji bela ku hînî kurdî bim. yanî ji ber hezkirinê na, ji ber hînbûna kurmanciyê ye..

dema ku tu sed hep roman jî bixwînî, hemûyan xitim jî bikî ji xeynî pêşvebirina zimên, bi kêrî tiştekî nayÊ û yek jî xeyalkirin heye... lê dema pirûkeke li ser dîrokê bixwînî, hînî hezar tiştan dibî



02.07.2014 14:54 | ferhenga şikestî