Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [big chefs amed] de;

5. dema herim amedê, karê min ê ewilîn, çûyîna big chefsê ye:-)

min jî li ser feysbûkê vê meseleyê şopand, bi rastî jî mirov ecêbmayî namîne( ji ber ku êdî ez ecêbmayî namînim, hîn bûm, heke beravajiya vê biba, wê demê ecêbmayî dimam)

ozgur efendî ji siharê heya êvarê bi tirkiya xwe ya qirix û genî, kutaya mejiyê ciwanan lê li xwe nanêre dev diavêje û behsa niza, nasname û ruhiyet û çanda amed û kurdan dike. ez pirr meraq dikim yekê/a aqilmend tune ye ku li ser devê wî biçalpîne û bêje tir li kû das li kû qeşmer!?

ozgur amed û wek ên din, heta gewriya xwe ketine nava paradoks û nakokiyan, bi helwest û pratîkên xwe yên lewitî êdî bi tenê ji bo dîkê cihê qûna xwe germ dikin bo ku fisa wan sar nebe. eger keys û derfet bibîne beriya me ew dibeze



25.06.2014 13:59 | ferhenga şikestî