Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kanî] de;

5. jêderka avê ye, di navenda gundên ku ev pergala dêqehb neketiye de hê jî hene

li gundê me jî heye ava wê gelek sar e û tim diherike, diherike û diçe, me bi axê bendeke piçûk saz kiriye û pê wê jî em bax û bostanên xwe av didin..



navê fon-mûzîkekê yê diljen ronî ye.. camêr ji fîlma kûsî jî difirin çend dîmenên ku dilê marivî diperitînin hilbijartiye û kiriye klîbeke ku sedema depresyonê ye

bi godarîkirina vê mûzikê bextreşiya kurdan bi bîr tê, wek helbestkarekî bêbext û tazî gotibû; îllam em biçin cem kê, biçin cem kê? xencera celadet bi dest me neket. em bi xençerên birayên xwe yên gur di nava xwînê de man.. ku welat em ji te biqewirin, biçin cem kê? hi?

bo min nostaljîyek e hevaleke min a wenda gelek hej jê dikir me ligel hev godarî dikir û me digot qey em ê siberoja zaroyên vê axê ronî bikin, em şewitîn lê te dît, sarmaya zivistanê dijwar bû em bi tenê bi xweliyên xwe man..







06.03.2015 21:38 | ferhenga şikestî