Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ervah.azad

profîla "ervah.azad"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendina romanan] de;

10. bi min her çendî xweş be jî pratikê de xwendina pirtûkên zanistî bêhtir fonksîyonel e.





gava romaneke dixwînim, bêhemdê xwe, aqlê min bala xwe dide fikrên din û motîvasyona min a xwendina romanan xera dibe. piştê xwendinê jî difikirim bê min çi jê fahm kirîye, encamê de ramîneke wisan bi min re çêdibe ku ez bi tenê heyrana romannivîsê mam e; bi gotinek din, yê ku bala min kişandîye ew li hev anîna nivîskar a wê romanê hanê ye ku ew bÛyerên li romanê de derbasî bûye, bi awayekî dahîyane pêk anîye.





ji milê din, dema ji pirtûkeke zanistî argumenteke dixwînim -ji ber ku mîjar balkeş e- dikarim bala xwe bêhtir bidim li ser. bi vê awayê jî hes dikim ku nöronên mejîyê min li hev girê dibin, baştir dişixulin, û ya wiha jî keyf xwêş dibim. wekî din, bandora pirtûkên zanistî ji jiyane rojanê re bêhtir heye: yek dikare tiştên ku ji argumentên pirtûkê elimîye, pratikê de bi kar bîne.



bêguman ew tiştên ku min gotine subjektîv in; bi tecrubeyên her insen re digûhere.



21.08.2014 12:17 | ervah.azad

9. wek li jor jî hatîye gotin nûbûnên zanistî jî derdixîne. yek ji van psikianalîze freud e: bi qewlê frued, heke romanên dostoyevsky bi taybetî jî ya bi navê biraderên karamazov nîn bûya, wê afirandinê teorîyê psikanalîz jî tune bibûya. ji ber ku tesîre karekterên dostoyevsky li ser wê teorîya ha heye.



02.07.2014 22:39 | ervah.azad