Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî zimanekî helbestî ye] de;

3. (bnr: mijarên nazim tolhildan yên dikeve xewna endazer)

eger min çavên te yên xweşik bidîta, dibe ku min helbest binivîsa lê ez helbestvan nînim endazer. bi kurtasî gotina min ewe ku bi kurdî tu gelek peyv û hevokan dikarî bi sembolîk bikarbînî. ev yeka zimanê kurdî xweşiktir, dewlemendtir û helbestî dike.



24.04.2014 03:15 | nazim tolhildan

1. min di sterk tvyê de hevpeyîvîneke helbestavaneke kurd guhdarî kir û helbestvan got "zimanê kurdî zimaneke helbestî ye". bi rastî dema ku mirov difikire, ferq dike ku zimanê kurdî bêguman zimaneke helbestî ye. tu yê bêjî xwedê kurdî hema bona helbestan afirandiye. wekî mînak; dema ku tu ye ji yekî re bêjî dema ku tu hatî li cem min, tu dikarî bi hêsanî wiha jî bêjî; dema ku rê ya te kete min. eger tu guhê xwe bidî kesekî ku bi kurdîyeke xweş ve diaxife, tu yê bêjî gelo ew kesa helbest dixwîne...



24.04.2014 02:45 | nazim tolhildan