Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nazim tolhildan] de;

143. ya rebbî ya xaliq! bi zorê devê min vedike. kuro kerê çolê, te benê xwe qetandiye? her cara ku benê xwe diqedînî neye li vir nenivîse. min reşik meşik nedaye te. tenezûl jî nakim. tu hê zarokê duh na pêr î. ger reşik bidim te, divê bidim hemû peyamên te. lê ew qas zemanê min jî tuneye. kê reşik daye te here dewa xwe ji wî re bibîne. yê ji te aciz ez tenê nînim. ev yek.

ya dudo, hema bêje min reşik da te. yanê yê çi bibe. tu yê ber xwe bikevî yan tiştekê ji te kêm bibe? tu jî here 100 heb reşik bide min. çepik û reşşik ji bo te ev qas girîng be, ezê li vir şûn de çepik bidim hemû peyamên te yên pênc quriş.

ya sisê, ji rûyê te de jixwe ez têra xwe ji tirşikê sar bûme, neyê bela xwe ji min nexwaze. lê ev sûcê te nîne. di sêrî de sûce mine ku dibim hevalê te. lê paşê jî sûcê rêveberiya tirşikê ye ku ev qas zêde ji bo te sebr dikin.

dawiyê de ji te re şîretek: tu hay ji xwe nînî. heya ku 50 heb peyamên kêrî pîvazekê nayên dinivîsî, tenê tişteke baş binivîse da ku kesek tinazan ji te neke û li hember te rêzdar bibin. sibê heya êvarê 50 heb tişt dinivîsî, lê top bikî ”zero”. tu heyfî, rewşa xwe rast bike, nebe maskot.



16.10.2016 15:53 | nazim tolhildan

136. dema ku navê xwe li alyê çepê di nav mijaran de dibînim, bi tirs pêl navê xwe dikim û dibêjim "gelo dîsa kê çi dibêje, kîjan niqaşeke mijareke din anîn û di bin navê min de berdewam dikin".



de çi bû, bû. em werin li ser meselê. melese rengîn şero bû. min ewqas tişt nivîsand lê peyva "qaşo" zora biaqila dinyê* çû*. bi vî avayî fêhm dikim ku mafdariya min qebûl dike an jî qebûl nake lê nikare bersiveke tijî bide. ji ber wê encax boçika peyvekê digre û mijarê diguherîne. herwiha bila baş bizanibe ku "qaşo" ne heqeretek e, tenê laqirtiyeke. eger em behsa heqeretan bikin bila hevoka xwe "erebek pîsê kotî" binêre.



24.09.2016 16:15 | nazim tolhildan

133. nivîskarê ku ji ber peyama li jor a hozan serhad pir kêfxweş bûye. spas ji te re kek serhad. lê zehmet neke. înşellah rojekê di civînekê de tu yê masîyên şor bînî, ezê jî rîçala bacanê reş bînim û emên bi hev re tev bixwin*



26.05.2016 12:15 ~12:16 | nazim tolhildan

128. nivîskarê ku ji ber baran a çepikan şerm kir û neçar offline bû*



04.04.2016 12:40 | nazim tolhildan


119. nivîskarekî reben e, hema çi bû ku tiştek li ber devê xwe revand, bi xafilî tiştek got û hemû gelê azerî sûçdar kir. lê endazerê me qet vê fersendê direvîne* bavo piçek însaf bikin. qet nebe bila kıznaz xanim nebihîze. yoxsa meni indî öldürebiler balam*



10.09.2015 13:42 | nazim tolhildan

113. nivîskarê ku di hdp'ê de, ji bo hilbijartina giştî a 2015'an, li îdir'ê xebatan dimeşîne, ji ber wê heya 7'ê hezîranê nikare binivîse.



04.05.2015 11:33 | nazim tolhildan

101. fikrên mirov çi dibe bila bibe, divê mirov bi her avayî dijûn û heqeretan dûr bikeve. ev du rojin niqaşên di tirşikê de diqewimin gav bi gav kesayeta mirov xera dike. heqeretek nema ji min re nehat kirin. ker, ehmeq, kerê bêmêjî, kerê neehmeq, kole û hwd. lê min qet di peyemeke xwe de heqeretek nekir. û di aliyê îdeolojiyan de jî min tiştek negot. tenê min got ku fikrên xwe bê heqeret diyar bikin. lê ez her çiqas bêjim heqeretan nekin jî wan qat bi qat zêde berdewam kir. li vir şûn de, an divê ez jî bibim hevalê wan û ji wan jî zêdetir heqeretan bikim, an jî divê ez mala xwe bar bikim û ji tirşikê dûr bikevim. min hêvî dikir ku hemû tirşikvanan, sempatîzanan û dijberan jî heq bidim min û wan heqeretên di tirşikê de lanet bikin. lê mixabin yek ji min re dibêje "format heval", yê din dibêje "neheqiyê neke, me bersivên wan da", yekî dinê dest bi qala êrîşên sempatîzanên pkk bike, yekî din ê bêje "yaw temam bes". erê hin nivîskaran bersiv dan lê bi avayekî sivik. hinekan jî fêhm nekir ku mesele ne dijber bûn, an jî ne sempatîzan bûn e. mesele heqeret e. yanê ya ez dibêjim ewe ku, kesekî li hember heqeretan helwesteke xurt nîşan neda. helwesta tirşikvanan, moderatoran, sempatîzanan û dijberan, rê ya heqeretan vekirin pêştir tiştek nîne. samîmiyeta kesî bawer nakim. di vê rewşê de ez jî hez nakim ku şêwaza ku li hember kesên ku ji min re heqeretan dikin xera bikim. ji ber ku dawiya van niqaşên qirêj tuneye. ger wisa bikim, demeke kurt şûn de ezê bibînim ku karaktera min jî xera bûye.







05.04.2015 20:57 | nazim tolhildan

97. Nivîskarê ku ev çi qiyamete li ser wî dimeşe nizanim. min biborînin, lê ezê neçar dîsa peyameke dirêj binivîsim. Ev qiyamet, li ser reaksiyona min a li hember peyama cinorek a derheqa hdp'ê de dest pê kir. cinorek peyama xwe de çi gotibû? weke gelek dijberên pkk'ê dîsa dest bi heqeretan kir û ji hdp'ê re got hundred percent partiya gû. ango sedî sed partiya gû. ev çi şewaze û ev çi dijberiye nizanim. min dixwest ku ew dijberên pkk'ê ên din bihatana û bigotana "kuro cinoreko ev gotina te tişteke şaş e, wiha dijberî nabe". lê wan çi kir? hema li ser min ve hatin. li ser de ne yek ne dudo, hemû bûn yek û bi hev re bi kompleksa xwekêmdînê ve êriş dane min. xwedê ji we razî be. bi vî avayî helwesta we diyar dibe. armanca we, diyarkirina şaşiyan bûya û jixwe ya insaniyetî û wijdanî ew bû, we yê cinorek rexne bikira. lê niyet û armanca we diyarkirina şaşiyan nîne, tenê dixwazin ku di kesayeta nazim tolhildan de sempatîzanan bêrûmet bikin. spas ji we re...



em werin li ser peyama endazer a li jor. dîsa min biborînin, ji ber ku ezê hevok hevok ji peyama wî re bersivên xwe bidim. di destpêke de dibêje ku "dilê min ji kurmanciya wî dixele, ji xwe dema ez dibînim li jêr her peyameka xwe de binêrinên bi tirkî dide, û qaşo bi van binêrinan xelkê keys dike îcarî ruh ji min diçike. dikim nakim fêhm nakim. çi têkilî di navbera vê meselê û asta kurmanciya min de heye nizanim. haa min di serî çi got. armanc bêrûmet kirina nazim tolhildan e. li ser seran, ser çevan. li ser de min tu carî îdîa nekir ku ez di asta mamoste endazer de kurmancî dizanim. xêncî wê dema ku gotinek rast be kurdî, tirkî, erebî, îngilizî bûna wê ne girîng e. ji kerema xwe re destûr bide ku biryara başî an jî nebaşiya kurmanciya min yên peyamên min dixwînin bidin. em werin hevoka duyemîn: tu bêjî di nav peyamên wî de tişteke maqul û beraqil heye, ew jî nîne, di tirşikê de li hêviyê ye ku yek rexneyekî bîne ser öcalan an pkkê û ew jî bersivên ji qûna xwe bide. erê we şaş nebihîst. dibêje bersivên ji qûna xwe. bi rastî êdî ez ji şêwaza wî metel namînim û carinan difikirim, gelo çi ferq di aliyê şêwaz de, di navbera cinorek û endazer de heye...hûnê bi vî avayî xelkê rexne bikin û fikrên xwe diyar bikin ku em jî fikrên li gor we rast biparêzin. hûnê bi vî avayî xelkê îqna bikin. bi beraqil bûn û maqûl bûna peyamên min jî li gor te tuneye, dîse ser çavan. lê yên ji peyamên min dixwînin û giramî digrin jî hene. li ser xatirê wan ezê binivîsim. xêncî wê, weke te got ez hêviya rexneyek bê öcalan û pkk'ê ku ez bersiv bidim nînim. min nezîkî 2000 peyam nivîsiyê û %95 derheqa pkk'ê an jî öcalan de nîne. kerê ker û kor û lal dizanê ku ev reaksiyona min tenê ji ber heqereta cinorek bû. jixwe zûdaye min biryar dabû ku bersivên rexneyên li ser öcalan û pkk'ê nedim. li aliyê me dibêjin "yên xwe şik herkesî wek xwe dizanin". di dawiyê de wiha gotiye: di wêjeya kurdî de çend nivîskar hene ji ber ku bi tirkî tu bi ser nexistine hatine bi kurdî dinivîsin, ji xeynî wê kurdiya wan a kelî û rijî tu taybetiyeka wan nîne, nazim jî li ber dilê min yek ji wan nivîskaran e. lê bila dilê xwe negire û binivîse, ji kurdî re yên wekê nazim jî lazim in. kekê endazer dîsa rê ya xwe şaş kiriye. kuro ez ne nivîskarê wêjeya kurdî me. ez tenê weke kurdiya xwe di tirşikê de dinivîsim. ez ne helbestvan im, ne nivîskarê çîroka ne jî nivîskarê romanan im. tenê rebenekim û di tirşikê de dinivîsim. ev berawird kirin çî ye îja. xêncî wê dîsa dubare dikim, ti têkilî di navbera gotinên min û ev nivîsen endazer de tuneye. tenê dixwaze min bin pê bike. bila wek camêran bihata û bigota gotina cinorek gûxwerine û ew tiştên ji vê mijarê ve giradêyî nînin tev lê nekirana, bila cigerê min bixwe.



wekî din, çend peyamên îro de rastî resteqîn jî hatim. carekê li ser wî ve çûm, xeyîdi û dev ji tirşikê berda. weke 6-7 mehan nenivîsî. êdî hez nakim li ser ve biçim, lê çend gotinên wî ên piştî vê meselê wî got û zora min çû divê ez bêjim. di peyama a mijara ji bo sempatîzanekî qonaxa redkirina gotin û kirinên öcalan û pkkê de milyonan kesan re dibêje kerên bêmêjî. têrê nakê dibêje ehmeq. paşê jî dizvire û dibêje ew kesên ku bersiva min bidin qelîteya wan weke qelîteya bersivên wan in. wê demê bi van heqeretên te ve qelîteya te çawa dibe... jixwe serokên wan dijberana endazer jî wan milyonan re gotibû ehmeq. berxweda ê dijber di peyameke xwe a jor de ji min re got ülkücüyê partiyê. lê bi xwedê nîvê heqeretên rasteqîn, cinorek û yên endazer zora min neçû. ji ber ku camêr peyveke li gor min heqeret bêje jî ji min re tenê dibêje, gelemperî nake. lê endazer û rasteqîn û cinorek rêyeke şaş de ne. gotinên tûj nînin, rasterast heqeret in ji milyonan re...











05.04.2015 12:04 ~12:12 | nazim tolhildan

95. armanca min tenê diyarkirina heqeretên cinorek bû. dema ku cinorek ji hdp'ê re dibêje "sedî sed partiya gû" pirsgirêk tuneye. lê dema ku ez şaşiyên wî tînim ziman dibim ulkucuyê partiye.

(bnr: ayıp ettin iki gözüm)



04.04.2015 17:44 | nazim tolhildan

89. Nameyeke ku di tê de xêncî ruhê eşmeye ti tişteke nû tuneye. hema bêje hemû gotinên Öcalan ên di vê nameye de, jixwe li dolmabahçeyê bi devê sırrı süreyya önder ve dîsa weke gotinên Öcalan hatibû gotin. Yanê ev namê tenê dubare kirina wan gotinan bû. Heta ev name eşkerekirina armanca pêvajoya çareseriyê a li ser pkk’ê bû. Yanê bi tirkî “malumun ilanı” bû. Jixwe armanc di dawiyê de di şert û mercên erênî de sîleh berdana pkk’ê nîbû???

(bnr: 28.02.2014 banga ocalan ya ji bo çek danîna pkkê).



Gelek rexne ji bo vê nameyê û helwesta Öcalan tên kirin. Ez xwe jî gelek caran helwesta Öcalan rexne dikim. Lê heta ji destê min tê, rexneyên xwe avayekî bi feyde dikim. Hez nakim ku gotinên min qet kesekî jî ji pkk’ê an jî ji hdp’ê sar bike û dûr bixe. Û çi dibe bila bibe serhildana Öcalan û şera gêrîlla a 30 salî zêdetire berdewam dike, her dem ji bo min yê tişta herî pîroz be. Dîsa heta ji destê min tê rexneyên xwe di platformên weke tirsik. net’ê û gelek malperên înternetê de weke polemîkan nakim. Heman hesasiyetê ji bo gelek rêxistin û kesayetên kurdan ên din jî nîşan didim.



Lê hemîn ferhenga şikestî ê hêja ev pirs ji min pirsî, ezê bidil fikrên xwe yên taybet bêjim: Öcalan di vê nameye de dû heb tiştên girîng dibêje, lê ev cara yekemîn nîne. Heman tiştana berê gelek caran gotibû. A yekemîn: merhaleya ku kurd bi şer ve bikaribin biçin êdî çûne. Yanê êdî tişteke ku bi şer ve em bikaribin bi dest bixin nemaye û êdî gerîlla li hember dewleta tirk mîsyona xwe temam kiriye. A duyemîn: Ruhê eşmeyê. Ango bi gotineke cûda ve “biratî û hevkariya gele kurd û tirkan”. Gotinên nû nînin lê girîng in. Dîsa jî tenê li ser du rûpelan, nirxandina nameya öcalan tişteke şaş e. divê pêşiyê em îdeolojiyên pkk’ê û 99’an de dûv girtina Öcalan re guherîna îdeolojiya pkk’ê bifikirin. Ger em fikrên Öcalan ên 99’an şûn de biperêzin wê demê di vê nameyê û 16 salên pkk’ê ên derbasbûyî de ti şaşiyek, an jî ti tişteke em zêde rexne bikin tuneye. lê dema ku em îdeolojiya pkk’ê a 99’an şûnde neparêzin wê demê divê em ne tenê vê nameyê, divê em hemû 16 salên dawîn ên pkk’ê jî rexne bikin.



Dema ku fikra Öcalan a bi navê konfederalîzma demokratik derkete holê ez hê piçûk bûm. Lê malbata min jî weke hemû malbatên kurdan xwîna wê di rê ya kurdîstaneke serbixwe de hatiye rijandin. Weke hemû kurdan di xiyalên min de jî dewleteke me kurdan a azat hebû. Lê dema ku ez hîn bûm ku demokratik konfederalîzma öcalan dijî hemû dewletên neteweyî û bi vê prensîbê ve dijî dewleteke neteweyî a kurdane jî, wê demê xwîna min di tamarên min de cemidî. Min gelek caran ji xwe pirsî: çawa, çawa, çawa û çawa….çawa em dev ji dewleteke kurdan a neteweyî berdidin. Çima emê destê tirkan, ereban û farisan bigrin û jiyaneke bi hev du re xiyal bikin…



Bi rastî qebûl kirina vê fikrê tişteke pir zor bû. Lê roj bi roj mirov him bi laşê xwe ve him jî bi mêjiyê xwe ve mezin dibe. Wextekî şûnde ferq dikî ku fikrên te jî guheriye. Rewşa dinyê, şert û mercên kurdan û a dinyê baştir fêhm dikî. Di dawiyê de ferq dikî ku rûmeta rû yê me hemû kurdan gerîlla êdî misyona xwe a hember dewleta tirk temam kiriye. Edî bi şer ve rê ya ku tu dikarî biçî, te qedandiye. Wê demê biryarek tenê dimîne. Madem ku edî tu yê şer nekî, wê demê divê tu ji xwe re rêyekê xêz bikî û heta ji destê te tê gelek tiştana berdêlî sîleh berdanê ji dijminê xwe bistînî. Ya ku Öcalan dixwazê bike ev yeka ye. Bi rastî helwesteke raste jî. Ji ber ku êdî ew barê giran a me daye li ser milên pkk’ê divê êdî sivik be. Ango êdî divê rêya siyasetê vebe û gele kurd bi siyasetê ve, bi demokratîkbûna tirkiyê ve mafên xwe yên mayî bi dest bixin. Ango li vir şûn de êdî mesûliyeta gel dest pê dike. (bnr: heta hetayî) em nikarin kurdbûna xwe bi xwîna pîroz a gêrîlla ve biparêzin. Divê em gelê kurd êdî berpirsyariyê bidin stûye xwe û her çiqas fikrên me cûda be jî, bi hev re doza kurdistanê bi rê ve bivin. Ev nameya Öcalan jî bi avayekî, eşkerekirina vê yekê ye. Vê yeke ne tenê kurdan re, hemû gelan re diyar dike. Öcalan dibêje pkk’ê êdî mîsyona xwe temam kiriye. Li vir şûn de kar karê gel e. me doz heta vir anî, li liv şûn de hûnê berdewam bikim. Û hdp jî encama vê siyasete ye.



Xêncî wê, tişteke girîng dîsa heye. Ger mirovek rexneyan tiştekî bike divê di heman demê de pêşnîyariya xwe an jî alternatîfa xwe jî bêje. Lê mixabin gelek zanayên me kurdan dema ku rexneyan li nameyên Öcalan, rê ya ku Öcalan nîşan dide, û pkk’ê dike; ti pêşniyarî an jî alternatîfekê jî nabêjin. Ez xwe jî gelek caran difikirim. Gelo me çi bikira û gelo em çi bikin yê baştir be… heta alternetîfeke ku fikrên Öcalan baştir û xurttir dernekeve divê em tev piştgiriyê bidin vê siyasete.



Di derbarê ruhê eşmeyê de jî zêde dirêj nekim. Bi ya min, ev gotina Öcalan tenê taktîkek û manewrayeke siyasî ye. Bingeha wê tuneye. bi taybetî jî di şera kobanê de helwesta dewleta tirk nîşan da ku di navbera me de pêkanîna biratî ne hevkariyê tişteke hêsan nîne. Jixwe herdû gel di aliyê hestan de têra xwe parve bûne.







23.03.2015 12:11 | nazim tolhildan

83. rastê, li hember hemû reşkirinên dijî pkkê heya ji destê min tê berê xwe didim. ger tu bêjî ku ev tiş hemû tiliyan di qûna xwe hîs kirine, wê demê gotinên min xilas dibe. tişteke ku ez ji te re niqaş bikim nemaye. xwedê te bihêle.



17.01.2015 21:12 | nazim tolhildan

74. XWEDÊ HEZ BİKE, DEWATA MİN Ê, Dİ 11Ê COTMEHÊ DE Lİ STENBOLÊ Û Dİ 18Ê COTMEHÊ DE Lİ ÎDİRÊ BİBE. li vir gazî hemû tirşikvanan dikim; yên ku bikaribin werin bila li ser serê min, li ser çavên min werin. deriyê mala min, her dem ji her kesî re vekiriye. **



16.09.2014 18:28 | nazim tolhildan

67. nivîskarê ku dergistiya wî tirk nîne, kurdê dêrsîmê ye.



07.07.2014 11:09 | nazim tolhildan

63. ev çawa peyam e, bi xwedÊ EZ Dİ CÎHÊ XWE DE QEFİLÎM. KARMATÎ AVA KEL Lİ SER SERÊ MİN DE RİJAND. dema ku yek misilmanîyê rexne bike hûn ê bi vî avayî bersiv bidin. eyb e, şerm e...bila deynê stûyê min be, ez êdî misilmaniyê rexne nakim.



20.06.2014 10:09 | nazim tolhildan

60. qet nayê bîra min ku demekê an jî cîhekî behsa moderntî ya xwe kiriye. min di emrê xwe de qet carekî negotiye ez mirovekî modern im. min di derbarê misilmanî û qur'anê de fikrên xwe yên taybet diyar kir, bi ser de ne carekî ne du caran, dibe kû deh caran. lê dîsa jî hê nehatiye fêhm kirin. xuyaye ku hezar caran bêjim jî yê pere neke. tişta ku min kir, piçek parastina moderîzmê bû. parastina min a modernîzmê, min nake modern. karmatî bila nivîseke min a min di tê de qala moderntîya xwe kiriye nîşanî min û hemû nivîskaran bide, soz didim ku ezê edî tixûba xwe bizanibim û dengê xwe bibirim.



em werin mesele ya guherînê. guherîn tişteke baş e. ji xwe perçeyeke diyalektikê ye û metodên diyalektîk jî şîfreyên dinyê û fezayê ye. min ev hevoka ku "cîhê ku qeîdeyan bikare bên guhertin li wê derê xêr nayê" got, lê gelo ji bo çi got. weke tê bîra min, min ji bo misilmanîyê got û ez dizanim baş tê bîra karmatî jî. erê vê gotina xwe dîsa dubare bikim: "oleke ku qeîdeyên wê tên guhertin, xêr jê nayê".



19.06.2014 17:36 | nazim tolhildan

50. (bnr:cinorek/34880)



15.04.2014 19:58 | nazim tolhildan

41. em werin di mijara tolhildanê ya bi devê endazer de bûye benîşt. bi rastî, şibîna tolhildan û Öcalan tişteke bi tesadûf e. heta brusk56 ferq kir û kire bela serê min, ez jî ferqa vê şibînê nîbûm. nazim tolhildan ji bo min naveke pir hêja û girîng e. tolhildan bi tenê an jî şibîna Öcalan ji bo min bê maneye. lê ji bo endazerê magazînperwer pir girîng e.



06.04.2014 12:58 | nazim tolhildan

40. nivîskarê ku di peyameke xwe de bi tirkî fikirî û bi tirkî got, raste, lê ne eyb e. ya ez dizanim ewe ku; eger tu tiştekî rast bêjî,cureya zimanê te, rastbûn û hêjayî ya gotina te venaşêre. bi tirkî be jî, bi kurdî be jî, bi erebî be jî û nizanim zimanê kîjan mirovxwera ve jî gotinên rast, rast e. yanî armanca eşkerekirina bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotina min çî ye, nizanim. dibe ku armanc bê îtîbar kirina min e. yê ku dizanê bila xêra mirîyên xwe ji min re diyar bike. li ser de bi tirkî fikirîn û bi tirkî gotin, bi kertî fikirîn û bi kurdî gotinê çêtir e.



06.04.2014 12:49 | nazim tolhildan

32. nivîskarê ku çend carê diyar dike ku ne sempatîzan ne jî murîdê öcalan nîne. di vê peyama xwe de jî fikirên xwe bi kurtasî diyar kirîye. (bnr:nazim tolhildan/26998).



li hemberî tirkan kurde, li hemberî kurdan elewîye, li hemberî îsraîlîyan fîlîstînîye û hwd. li ser de, eger xwe di tirşikê de rihet hês bikira û ev qas rexneyên bê însaf li hemberî öcalan nebûya, yê rexneyên xwe jî li hemberî öcalan bikira. û we yê bidîta ku wek texmîna we, mirovekî dogmatîk nîne. lê mixabin, di vê rewşê de, dema ku asta rexneyan digîhîje heqeretan, dilê wî rê nade ku ji öcalan re û pkkê re rexneyan bike. cîhê ku nivîskarên tirşikê wek rasteqîn öcalan re dibêjin "beraz" ez jî nikarim ku bibim hevalê wan.



tişta balkêş ewe ku, hevalên min ji min re dibêjin "tu çima qet öcalan naparêzî". di tirşikê de jî ji min re dibêjin "murîdê îsotçî evdila".



17.03.2014 00:49 | nazim tolhildan

30. (bnr:cinorek/30815)



13.03.2014 09:07 | nazim tolhildan

25. (bnr:22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/29977)



08.03.2014 19:51 ~2015.10.30 14:24 | nazim tolhildan

23. nivîskarê ku, ferq kirîye ku êdî tiştek di destê dijberan de nemaye ku ji wî re niqaşan bikin e. xuyaye ku dijberên belengaz bi mecburî, bi çar destan ve xwe peyvên wek nezanî û xeşîmî ye ve digrin. bi van peyvên pûç ve êrîş didin nazim tolhildan. lê belê, ne ev peyvên pûç, ne jî şêwaza wan ya genî nikare wan bifilitîne. ew nikarin li hemberî têkoşîna kurdên welatparêz bisekinin, ji ber ku dewleteke wek dewleta tirk jî di vê armancê de serkeftî nebûye. ewê him bi hemû mafên pkk bi xwîna xwe ve bi dest xistîye ve lotikan biavêjin, him jî çavên xwe kor bikin û welatparêzan re dijmintîyê dikin. ev yeka yê zora xwedê jî biçe û hûnê xwe di tûk a xwe de bifetisin.



ango (bnr: game over)



23.02.2014 14:49 | nazim tolhildan

20. Nivîskarê ku endazer jê re bûye dijber e. Dijberîya endazer ya li hemberî wî, dijberîya endazer ya li hemberî pkkê jî derbas bûye. Heta, ger nazim tolhildan bibêje xwedê yek e, ewê bibêje heşa. Ger nazim tolhildan bibêje pexemberê me hz. Mihemed e, yê dîsa bibêje heşa.



Endazer jê re peyama xwe a li jorê de gotîye “nikare tir û dasê ji hev ferq bike” erê we cewt nebihîst. Dibêje tir, ne tîr. Lê ya ecêb ewe ku, endazer ji xwe tir û tîr ê ji hev ferq nake. Ez ferqa wan li jêrê diyar bikim:



tîr : navê sîleheke kevn û serî tûj e, di nêçîr an jî şerê de kêrî mirova tê.

tir : ba yê bideng ya di qûna mirovan de bê hay direve ye. Ango fis a bideng e. Lê xuyaye ku endazer bi devê xwe ve tira dike.



Peyameke min a jorê de, min got ku, ezê li ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwendevanan bersiv bidim. Lê îcar ez bersivê nadim. Ji ber ku, her bersiv pey xwe re pirs û pirsgirêken din tîne. Ger em di cîhekê de xalekê danenin, ev polemîkê dor bi dor, wek rêzefîlmên tirkan yê berdewam bike. Li ser de, zemanê min jî tune ku ez her dem li ber kombersê bisekinim û binerim ku gelo kî çi dibêje.



Xêncî ev gotinên jorê ezê çend heb tiştan dîsa bibêjim û biqedînim:



1- li gorî min tirşik cîhê siyasetê nîne. Encax tu fikrên xwe, bi kurtasî dikarî bînî ziman, lê ew jî têrê nake ku em ji hev îqna bikin. Di tirşikê de em dikarin ku, sibê heta êvarê peyaman binivîsin, lê nikarin ku ramanên xwe empoze bikin û santîmetrekî pêş de biçin.



2- Ger hûn bixwazin ku bangeşe bikin an jî dijberîya tiştekî bikin û ramanên xwe derbasî hin kesên din bikin, bi ya min, divê hûn di platformeke din de vê yekê bikin. Ez dikarim fikrên xwe biparêzim û mafdarîya xwe îspat bikim. Heta niha min ev yeka zêdetir jî kir. Lê dîsa jî, bona dawîyandinê, divê em li cîhekî rûnin û rû bi rû bipeyivin. Di tirşikê de, li hemberî hev şandina peyaman kêrî tiştekî nayê. Tenê em ji hev aciz dikin û peyvên nebaş li devê me derdikeve. Ger wiha berdewam bike, di dawîyê de emê bi hev re çêr lê bikin û ez qet vê yeke naxwazim.



3- Bi ya min, bi sêrî de sempatîzan û dijberên pkkê, ez jî tê de, şêwaza gelek nivîskaran xweş nîne. Ev yeka min çend cara got êdî nizanim. Pirsên wek, îsotçî evdo, gû xwar, tişta ku öcalan dixwe gû nîne donsa dordurme ye û hwd. pirsên rind nînin. Bê guman, gelek peyvên ku di devê sempatîzanên pkkê de derdikeve jî ne rind e. Ji bo van niqaşên navbera sempatîzan û dijberên pkkê de gotineke xweş ya bi tirkî belden aşağı heye. Hemû ev niqaşanan “belden aşağı” ye. Ji bo vê yekê, ez êdî naxwazim ku bibim parçeyekî van nigaşên bê mane.



4- Endazer dibêje ku, ez çereza didim destê xwe û niqaşên sempatîzanên pkkê û dijberên pkkê bi kêfxweşîyê ve temaşe dikim. Tişteke ev qasî bê exlaqî tuneye. Ev yeka li gorî min nîne û endazer çi bike bila bike, çi dibêje bila bêje, êdî nikare min tev li van niqaşan bike. Ji ber ku, ez çi dibêjim feyde nake, kes guhdarîyê nake û armanca moderatoran jî eşkere ye.



5- Her çi qas, ez hez nakim ku bawer bikim jî, ger armanca tirşikê dijberîya pkkê be û toleransa wana ji fikrên din re tunebe, û ger ez wana aciz bikim, ji bo terikandina min a tirşikê, peyameke simurg56 an jî brusk56 bes e. Ezê daxwazname ya xwe binivîsim û dev ji nivîsandinê berdim.



23.02.2014 12:29 | nazim tolhildan

16. rebenê ku, mixabin, bi rastî pirsa endazer hatîye ye. bi sêrî de bêjim; ez ne mûrîd ne jî mûbtelayê Öcalan im. ev pirsa wî ji min pirsîye, peyv bi peyv çekdar jî pirsîye. xuyaye ku armanca wî dîsa polemik e. li gorî min, endazer bi xwe ne hêjaye ku ez bersiva wî bidim. lê bi ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwandevanan, ezê bersiva wî bidim.



gotina ku divê ez di dawîyê de bêjim, ezê bi sêrî de bêjim. wek hûn her dem û li her derê, ji Öcalan re dibêjin gû xwar, ez jî dikarim vê gotinê di peyivîna xwe de bikar bînim. li gorî we bikar anîna vê peyvê mubah e. lewma, endazer gû xwarîye ku ji min re dibêje murîd û mûbtela. min hemû peyamên xwe de diyar kirîye ku ez ji her fikir û ramanan re heman dûrîyê de me. êdî ez westîyam ku, di alîyê siyasetê de cîhê ku disekinim diyar bikim. ji bo vê yekê, gotinên min yên berê, ezê dubare bikim: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a bdp, pkkê û öcalan yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare. ger kurd hemû mafên xwe bi dest bixista, wê demê min ê helwest a dijberan fêhm bikira, bi ser de ezê bi xwe bibûma muxalîfê bdp'ê.



gotinên min têra xwe zelal e. ez metel dimînim ku hê jî ji min re dibêjin mûrîd û mûbtela.

di alîyê din ve; tiştên ku min di vîdeoyên Öcalan yên lêpirsînê de bihîstîye, wek hemû kurdan min jî aciz kirîye. bêguman di van vîdeoyan de montaj heye. lê divê em montajê ji xwe re nekin bahane. gotinên Öcalan eşkere ne. kes nikare montajê bike bahane û gotinên Öcalan veşêre. lê divê mirov destê xwe bide li ser wijdana xwe û wusa bifikire û bipeyive. ger 2 heb gotinên Öcalan yên şaş hebin, bi montajê ve kirine 10 heb. ango bandora vîdeoyan ya neyînî qat bi qat zêde kirine. ger bê bîr a we, hûn ê bizanibin ku, ew vîdeoyên bûne sedeme revîna ahmet kaya, ya li ber ala pkkê û postera Öcalan konser dida, hemû montaj bûn. bila ew jî ji we re biba mînak û her vîdeoyan %100 bawer nekin. lê divê mirov tiştên şaş re jî bêje şaş e. gotinên Öcalan ve jî, gotinên siltan silêman ve jî, gotinên hz. mihemed ve jî şaşî, şaşî ye.



fikrên min yên di derbarê vîdeoyan de, bi kurtayî ev e. lê niha divê em werin meseleya bingehîn. hema bêje Öcalan îxanet kir û bû îtirafkar. di wê demê de emê çi bikin? divê em pişta xwe bidin hev û tevgera xwe xurttir bikin an wek hin dijberan bextîyar bin û peqlewê belav bikin. kurd di demên hêsanîyê de perve bibin, di demên zorê de yê çawa hev bigirin. xuyaye ku di damar û xwîna kurdan da her dem îxanet hebû û yê di pêşerojê de jî hebe.



ez xemgîn im kekê endazer. him ji bo gotinên şaş yên Öcalan, him ji bo te û kesên wek te difikirin, him jî ji bo bêxîretî û bê esl bûna kurdan. lê ez bextîyarim, ji ber ku, her çi dibe bila bibe, kê çi dibêje bila bêje, ez dizanim ku ked û xwîn a gerîla beyxûde neherikî.



21.02.2014 12:01 | nazim tolhildan

14. mon oncle: navê fîlmeke derhêner û lîstikvan jacques tati ye. ev fîlm, ji bo derhêner, fîlm a wî ya bireng a yekemîn e. wergera fîlmê bi kurdî "apê min" e. wek hemû fîlmên wî yên din, jacques tati, di vê fîlmê de jî nûjenparêzîyê* rexne dike. di vê fîlmê de peyivîn hema bêje tuneye û wek sînemaya bêdeng e. derhêner, bi vê fîlmê ve, dixwaze ku sarbûna teknolojîya nûjen * nîşanî temaşevanan bike. derheqa rexnekirina nûjenparêzîyê de, fîlmeke gelek serkeftî ye. xêncî fîlmên charlie chaplin mînakên ev qas serkeftî tuneye. lê fîlmên jacques tati, li gorî fîlmên Charlie Chaplin, piçek zêdetir sembolîk e. ger tu destpêka felsefeya nûjenparêzîyê nizanibî, tu vê fîlmê nikarî fêhm bikî. ji ber ku hemû sehneyên fîlmê û bûyerên di fîlmê de pêk te, sembolîkin. mon oncle, di dîroka sînemayê de di dereke girîng de bi cîh bûye. ji bo hemû fikir, raman, pirtûk, tez, îdîa û xebatên dijî nûjenparêzîyê, çavkanî û mînakeke girîng e.



19.02.2014 18:25 | nazim tolhildan

8. nivîskarê ku wiha difikire: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a hatip dicle, bdp, û pkkê yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare.

her çiqas endazer li jorê bi zimanekî şêrîn ve ramanên xwe biparêze jî, ez û mîlyonên mîna min wek wî nafikirin. şaş nebin, ez nabêjim ku gotinên wî şaş in. ez dikarim di bin peyama wî ya jorê de îmza xwe biavêjim. lê radê rexneyên wî û çend heb nivîskaran, şêwazên wan û cîhê ku disekinin li gorî min şaş e. bêguman emê rexneyan bikin, lê ne ji bo hilweşandina têkoşîna kurdên welatparêz. divê em rexneyan bikin ku kêmasî yên wan xelas bin, şaşî yên wan serast bin û xurttir bin. lê ez dibinim ku kurd roj bi roj parve dibin û wek di tirşikê de jî xuyaye ku rexneyên xwe ji bo bihêzbûnê na, ji bo hilweşandinê û valakirinê dikin. di vê rewşê de aciz bûn û dijhevî ya min normal e.

ti cudahî di navbera kirina hatip dicle û kemal burkay de tuneye. lê çi rêxî dikin bila bi hev re bikin. pişta xwe bidin hev û şaşîyên hev serast bikin. niha ez dîsa ditirsim ku, hin nivîskarên bê îdraq yê bejin qey ez dijî rexneyan im. ez li hemberî rexneyan nînim, lê daxwaza min ewe ku, bifikirin ku gelo rexneyên we ji bo çî ye û kêrî kê tênê.



13.02.2014 11:07 | nazim tolhildan

6. nivîskarê ku dûv peyamên brusk56 û simurg56 ve biryara vegerandinê daye ye.



Ji bo eleqe û payama simurg56 bersiveke wiha daye: "silav hevalê hêja. bi sêrîde zor spas ji bo elega û peyama te. erê ez nêrînên te yên siyasî dizanim. bi rastî jî te nêzîkî xwe dibînim. tişta ku hûn bi tirşikê ve dikin pir girîngê. ez armanca we baş fêhm dikim. Ji bo ked a we ya bona kurd û kurdîyê spasa xwe dubare dikim. xem nekin, ez we tenê nahêlim. lê endazer bi sêrîde, çend heb nivîskara ez aciz bûm. ji ber ku ew nivîskaran her tim bi peyamên xwe ve têkoşîna welatparêzan bêperwa rexne dikin û kesayetên ku ji bo me pîrozin reşikên bêînsaf dikin. her wiha ez dizanim ku hûn nikarin peyamên wan jê bibin û jixwe jêbirina peyaman jî tişteke şaş e. lê ez ji te dipirsim, gelo ev kirinên wan kêrî kê tê? ez bi xwe alîyê fikir û ramanan da mirovekî azatim. heta deste min tê ez bi her perspektîfê ve li dinyayê dinêrim û parvebûna kurdan fêhm nakim. li gorî min vê gavê ti cudahî di navbera helwest a wan nivîskaran û sempatîzanên akp'e yên kurd tuneye. ger kurd hemû mafên xwe bi dest bixista, wê demê min ê helwest a wan fêhm bikira, bi ser de ezê bi xwe bibûma muxalîfê bdp'ê. lê vê demê divê em bibin yek. divê em vê rewşê de bi xwe re nebin muxalîf. ev yeka ku ew nivîskar dikin, muxalîftîyê ji derbas dibe û zorê dide asta heqeretîyê. Dema ku ewqas xwîn tê bîra min ez aciz dibin. lê ez dizanim ku acizbûn û terikandina min a tirşikê tişteke kesanî ye. Ezê demeke kurt de vegerim. Dibe ku dema peyamên tirşikê kêm bûnê* Wek gotina we, ez gokbazê defansême*"



12.02.2014 15:27 | nazim tolhildan