Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bazîd] de;

12. navçeya dema ku cara yekem min dît, bûyereke balkêş anî serê min e. divê ez ji we re jî bêjim ku piçek bikanin.



weke deh salan berê, bawer dikim ku ez hê di lîsê de bûm, di betlaneya havînê de ez çûm bazîdê. armanca min, him dîtina bazîdê, him jî dîtina qesra isheq paşa bû. bi rastî cil û bergêm ku min xwe kiribû, ne weke yên nîştecîhên bazîdê bûn. ez bi şort, tîşort, sewqe û kameraya di destê xwe de weke turîstan dixuyam. ez û meta min a mamoste, em bi tev, pêşiyê qesra îsheq paşayê geriyan, paşê jî vegeriyan bazîdê. dema ku em di rê de dimeşiyan, dengek hate guhê min, min dît ku zarokeke boyaxker û weke 10-12 salî, weke 50 metre dûr ve, bang ji min dike û dibêje "hello turist". deme ku min bala xwe da wî zarokî, ji min re got " i fuck you", ango ez te nim. ez weke 10 çirkan şaş û metel mam. dûv re min hişê xwe anî li serê xwe û min jî, ji wî re got " ezê devê bavê te nim". vê carê jî zarok şaş û metel ma û got ev turîst kurdî çawa dizane*



01.12.2014 12:49 | nazim tolhildan

4. li bajarê îdirê her sal wiha dibêjin "bazîd ê îsal li bajarê agirîyê veqete û bi bajarê îdirê ve girêdayî be". werger a vê hevokê bi turkî wiha ye "peki zeki müren de bizi görecek mi?"



05.12.2013 09:51 | nazim tolhildan