Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îdir] de;

15. bajarê ku îro, ji ber ku tev li çalakiyên mertalên zindî bûne, hevserokê şarederiya bajêr, hevserokê meclîsa giştîya bajêr, hevserokên şarederiyên navçeyên bajêr û gelek rêveberên hadp'ê û dbp'ê hatine binçav kirin.



09.10.2015 15:57 | nazim tolhildan

12. bajarê herî xweş û rengîn a bakûrê serhedê ye. di hilbijartina giştî de li hember mhp'ê 2-0 pêk çûye û rekora xwe a deng standinê dîsa şkandiye. kesekî bawer nedikir ku emê 2-0 bikin. lê bi namzetên xwe û xebatên xwe yên hilbijartinê ve du qatî pervîn buldanê dengê xwe zêde kir.



10.06.2015 10:14 | nazim tolhildan

8. bajarê ku di tê de rêjeya kurdan %50 ye û xuyaye ku hemû kurdan raya xwe daye bdpê. di kurdistanê de bajareke wisa hemû raya xwe dide bdpê tune ye. bi vî awayî ez pir kêfxweşim ku îdirî me*

bdp:18.120

mhp:17.300

akp:4.420



30.03.2014 23:03 | nazim tolhildan

4. bajareke balkêş e. di alîyê siyasetê de pir tevlihev e. süleyman demirel hevpeyîvîneke xwe de ji bo îdirê gotibû kesê ku dixwaze siyasetê hin bibe, bila bi sêrîde biçe îdirê û li wir siyasetê bike. li gorî min dbp di kurdîstanê ray a kurda ya herî zêde li îdirê distîne. ji ber ku, nîvê gelheya îdirê azerî ye. bdp di nav raya kurda ya %50 de, %40 distîne. ger gelheya îdiRê, wek amedê an jî şirnexê %100 kurd bûya, wê deme yê %80 bistanda.



03.03.2014 11:32 | nazim tolhildan

3. bajareke tê de du celeb gel dijîn, kurd û Azerî. Kurd bi piranî ray a xwe didine bdp ê. azerî jî bi piranî didine MHP ê.



ev çend rojên derbasbûyî de li îdirê bûyereke wiha çêbû: 2 heb parsek(dilenci) hatin qehwexanê û pere xwestin. yek ji wan kurd bû, a din jî azerî bû.

xelkê li qehwexanê a kurd pirsî: em 10 tl bine te tu yê ray a xwe bidî akp ê?

parsek a kurd bersiv da: hûn 2 tl jî bidin erê ez ê ray a xwe bidim akp ê.

paşê a azerî pirsin: em 10 tl bine te tu yê ray a xwe bidî akp ê?

parsek a azerî bersiv da: hûn 100 tl jî bidin ez ray a xwe nafiroşim. ez ê bidim MHP ê.



wey li mino!!! parsek a wan jî ji ya me çêtir e...



10.12.2013 10:05 | nazim tolhildan

2. Li ber palê çîyayê agirî ye. navenda deşta wê de çema erez diherike. axa wê pir biadane û hewayê wê pir xweşe. zebeşa amedê, sêva amasyayê, zerdeleya Meletî, pemûya edenê û gellek tiştên nayên bîra min hêşîn dibe.



29.11.2013 16:02 | nazim tolhildan