Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyana modern] de;

8. jinên pêçayî an jî nepêçayî ferq nake, mirovê hişmend dikare hemû jinan binêre, lê ev yeka bondor li wî nake. lê mirovê ku mêjîyê xwe bi qeîdeyên qur'anê ve şûştine, divê jinên nepêçayî nenêre. ger binêre kîrê wî yê rabe. bi tirkî gotineke pêşîyan heye: "eşeğin aklına karpuz kabuğu sokmak". ango çi, ango li gorî min ev nêrîna li ser meseleya jinan a misilmanîyê de reşaşbûn e.... ev çû gooool, bibore yeeeeek.



ji bo şihadîya aborî 2 mêran peyda bikin. ger 2 mêr tunebe, mêrek û du jinan peyda bikin. ango 2 jin=1 mêr. lê, li gorî hevalê karmatî bersiva vê jî heye: jin ji têkilîyên aborî fêhm nakin. ango çi, ango cîhê jinan di civaka misilmanîyê de kifş bû. ev jî çû goooool, dîsa bibore dudooo.



"sadaqat, îtiqat û teslimiyet ji ola islamê re pêwistiyek pirr girîng e" raste. ez jî wisa difikirim. wiha biaxife, dilê min bixwe* cîhe ku teslimiyet hebe, cîhe ku Têkilîyên ji jinan re hatiye salix dan, nêrîna mirov a jinan re wek gotina karmatî be, cîhê ku 2 jin encax weke mêrekî be û cîhê ku qeîdeyan bikare bên guhertin li wê derê xêr nayê. û li wê derê emê çawa bêjin, tev li fikirînê bûn tuneye. qebûl bikin jî nekin jî, qur'an û hedîs û sinet tev li her tiştan dibe. tev li xewîn a min, tev li ji xewê rabûna min, tev li nêrîna min, tev li çawa jina xwe maç bikim, heta tev li tira min jî dibe. qur'an ev qasî tev li jiyana min dibe lê tev li fikirîna min nabe ne wisa. wey mala mine...ev jî çû, goooooool. (bnr: ev jî gol nîne)



19.06.2014 14:33 | nazim tolhildan

1. têgîneke ku roj bi roj, gav bi gav diguhare. li gorî 7 milyar mirovan, 7 milyar wate ya wê heye. ango têgîneke ne statik e. heta têra xwe dînamîk e. 20 salî berê wate ya wê cuda bû, 500 salî berê jî cuda bû û îro jî li gorî şert, rewş, teknolojî, zanyarî ya rojane wate ya wê dîsa cuda ye.



ez dikarim şertên îroyî de li gorî xwe taybetmendîyên jiyana modern diyar bikim: li gorî min sinorên jiyana modern bi teknolojî, zanyarî, çanda rojane û cîhanî bûnê ve girêdayî ye. bi vî avayî jiyana modern demokrasî ye, azadî ye, humanîzm e, bi her celeb fikir re, her celeb û her reng mirov re, her celeb ol re, her celeb zayend re rêzdarî ye. tev li kar û barên kesên din nebûn e, tev li cilûbergên kesên din nebûn e, tev li fikir û ramanên kesên din nebûn e û hwd.



dîsa li gorî min misilmanTî bi sêrî de hemû olan, di pêşiya jiyana modern de asteng e. weke mînak misilmantî, şertên îroyîn de ji bo jinan qet demokratik nîne. ji bo zeyandan jî demokratîk nîne. tev li peçandina jina dibe û sedemên xwe yên bê bingeh jî diyar dikin. dibêje jin bila xwe bipeçînin ku kirê mêra ra nebe!!! lê bi rastî di jiyana modern de mêrên modern, rût bûna jinan bandor li wan nake. ev qeîde ne tenê tev li bûna cilûbergan e, di heman demê de tev li bûna fikirîna mirovane jî. xêncî wêdi jiyana modern de, bi alîyê zayend de divê mirov ne tenê jin û mêran re, di heman demê de hevzayendan re jî rêzdar be. lê di hemû olan de mirovên hevzayend weke rêşaş* tên îlan kirin. wekî din di misilmantîyê de şahidiya 2 jinan weke şahidiya mêrekî ye. destpêka van nakokan heye lê dawîya wan tuneye.



(bnr: qur'an zagona bingehîn e)



18.06.2014 15:55 | nazim tolhildan