Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [henasey aşiqan] de;

3. helbesteke wefaî ye. ji bo xatirê ceso helbest:





Wefayî - Henasey Aşiqan

Weku ney kun kun e cergim

Le taw hicranî to boye

Be sozî ney desutêm û

Be nexmey ney denallênim



Eman ey motrîbî meclîs

Be heqî tarî rohanî

Billaw bê nexmekey sazit

Ke awî awirî hîcran e



Eto ey rohekem saqî

Eto ey omrekem motrîb

Peyapey lêde çeng û ney

Demadem bêne peymane



Be tîrî xemze bimlawênewe

Zollfim le gerdin ke

Be ser hatume meydanit

Be dill bot bume nîşane



Demêkî mest û bîmar im

Demêk bêhoş û hoşyar im

Çi kes nazanê derdî min

Meger ew çawe kallane



Henasey aşiqan ba netgirêt

Bê mirwetî ta key?

Bitirse ey gollî nasik

Beden lew baî ziryane



Eger zolfit weku min

Aşqî rûy to niye bo çî

Serapa têk çûe

Kewtwete ber pê dest û damane?



Vefaî bo gollêkî ser û

Balla şêt u şeyda ye

Weku qumrî denallênê

Weku bulbul xezelxwan e



Wefayî





ednan kerîm û tara caff jî wiha strandine:







30.03.2016 17:18 | xendekî