Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yol - yilmaz guney] de;

1. fîlmeke yilmaz guney e. senaryo yilmaz guney, derhênerîya wê şerif goren kiriye. di sala 1982'yan de li di mihrîcana flîman a cannesê de xelata palmiyeya zêrîn bidest xist. di anketa kovara notosê de bûye flîma herî baş; nûçeya zaman kurdî'yê;



Kovara Edebiyatê Notos ji cîhana sînema û edebiyatê, ji 383 kesan 40 fîlmên herî baş a sînemaya Tirkiyê pirsî. Yilmaz Guney bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Yol’ (Rê) bû yekemîn.



Ji 287 fîlman, ji 40 fîlmên ewil, fîlmê ku bû yekemîn, bi seneryoya Yilmaz Guney û bi derhêneriya Şerîf Goren, fîlmê ‘Yol’ ê ku di sala 1982yan de di Festîvala Fîlman a Cannesê de Palmiyeya Zêrîn qezenc kiribû. Piştî wî fîlmî di rêza duyemîn de ‘Bir Zamanlar Anadolu’da’ (Di demên berê de li Anatolîayê) heye, di rêza sêyemîn de jî, fîlmê ‘Umut’ (Hêvî) ya Yilmaz Guney heye.



10 fîlmên ewil



1-Yol – Rê (Şerif Gören, 1982)



2-Bir Zamanlar Anadolu’da – Di demên berê de li Anatolîayê (Nuri Bilge Ceylan, 2011)



3-Umut – Hêvî (Yılmaz Güney, 1970)



4-Sevmek Zamanı – Dema Hezkirinê (Metin Erksan, 1965)



5-Muhsin Bey – Muhsîn Beg (Yavuz Turgul, 1987)



6-Masumiyet – Masûmiyet (Zeki Demirkubuz, 1997)



7-Anayurt Oteli – Hotêla Anayurt (Ömer Kavur, 1987)



8-Selvi Boylum Al Yazmalım – Bejindirêja Min (Atıf Yılmaz, 1977)



9-Susuz Yaz – Havîna Bêav (Metin Erksan, 1963)



10-Sürü – Kerî (Zeki Ökten, 1978)



28.01.2016 15:32 | xendekî