Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêrko bêkes] de;

15. Xwediyê vê helbestê:



Eger karibî

Guliyên vî baxî

Yek bi yek bijmêrî

Eger karibî

Hemû masiyên gir û hûr

Yên nav çemê pêşberî xwe bijmêrî

Eger karibî

Dema koçberiya teyran

Yên ber bi jêr û ber bi jor ve

Yên ber bi jor û ber bi jêr ve

Yek bi yek bijmêrî

Wê demê ez jî soz didim

Heçî qurbanên

Vê axa şîrîn ya Kurdistan

Yek bi yek bo te dijmêrim.



Şêrko Bêkes



07.12.2014 04:56 | xendekî