Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêriya botan] de;

1. Helbesteke mîrê mîran celadet elî bedirxan e, tê de bêriya xwe ya ji bo cih û warê bav û kalan diyar dike ye.:



Bêriya Botan



Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir

Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir



Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî

Text û bextê botiyan de ka geşî



Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû

Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû



Ka Westanî ka Qesara ka kanî

Kanîn zozan, cihên bilind kebanî



Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng

Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng



Basiret kû, meqşibendî, terîqet

Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet



Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî

Gul û rihan zeriyane, tev rizî



Ka Azîzan, şêx û seyda û axa

Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava



Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî

Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî



Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû

Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû



Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering

Ka salên me, bekirbegî, xweş devling



Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng

Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng



Kanîn çeper, betî li kû, ka celab

Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab



Bor-mirişkan tenik biye kete ba

Ez botî me diştexilim her bi pa



Ka banê me, yê Azîzan, kanî war

Kepirê de ne kozik in, ne jî dar



Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim

Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im



Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr

Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr



Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng

Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng



Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî

Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî



Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan

Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan



Dotmîr li kû, ka mîr Şeref, mîr Ezin

Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin



Beg û axa kanî tovrind, kanî dot

Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot



Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr

Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr



Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref

Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf



Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn

Kanî mîr Şem, kanî Tacîn û Gurgîn



Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer

Sadon li kû, ew serekê şevînger



Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî

Ka li kû man ew gernasên nedîtî



Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp

Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep



Pira Bafet belê ev e, kevane

Kevin bûne, ne tirîne, sorane



Ji delavê qitikan ve naye deng

Kew û kevok di şînê de ne man ceng



Şeylo bûne kaniyên me ka rejû

Maziyan de ne pel mane ne gezû



Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela

Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema



Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul

Tu tişt nema, wemirîne deng û gul



Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan

Şûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan



Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti

Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî



Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran

Hacibêra, kanî Şernex, Garisan



Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî

Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî



Ji garisan ne koçer in, ne dêman

Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan



Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran

Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan



Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî

Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî



Ka şikefta mîr Miheme, ka perî

Kanî Dasnî, kanî keçên surperî



Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî

Belav bûne, bê rêzik in bê serî



Dêra-Reben weke berê vala ye

Hejale jî diyar niye raza ye



Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj

Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj



Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh

Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh



Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen

Tarî her der, ne kulek in ne rojen



Di Tanzê de ne feqeh in ne mela

Medresa-sor xerabe ye ji nû va



Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn

Tê de îro pîrhevok in û çend tevn



Kanî Şêx im, Evdirehman garisî

Ew jî kuştin sorgula me çilmisî



Herê lawo tev de çûne nînin nin

Destê me de ne hesp mane ne jî zîn



Kurdistanê tu abadin, her heyî

Îro, sibe û hergav jbî dê hebî



(Celadet Elî Bedirxan)



(Ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re)



04.03.2015 01:28 | xendekî