Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mala minê] de;

23. her ku diçe qels dibe û hejmara şopînerên xwe jî winda dike. xetaya wan a ewil êdî beşên nû wek dubareya beşên berê dewam dike. senarîst naxebitin :/

-hem senaryoyê de tiştên nû dernakevin, beşên nû de em tişteka nû nabînin, heman çîrokên berê dubare dubare germ dikin û tênin pêşîya me; ev jî êdî mirov aciz dike. divê di her beşê de çîrokek xweser jî hebe, piştî mirov seyra beşê dike divê mirov tişteka nû bibîne. lê na.

-beşa ewil 55 deqe bû, beşa du û sêyê jî; lê ya 4ê û pê de her ku diçe seeta beşan kêm dibe, beşa herî dawî kete 33 deqeya. jixwe 10 deqe reklam û cast e 3 deqeya dubareya tişteka berê li wir dimîne 20 deqe.

ev herdu kêmasî zehf xwe didin der, di bin şîroveyên youtubeê de jî gelek kes behsa van tiştên dikin. ji ber wê divê senarîst û eleqedar van rexneyan bidin ber çavê xwe.



14.12.2019 23:34 | xendekî