Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [perwane] de;

6. berê perwane bi tawana malê ve bûn, xanî kêmzêde hînik dikirin; lê ev perwanên niha yên li erdê şûna hînik bikin germ dikin, hewa germ jê tê. vê kela havîna amedê de em şewitîn.




êdî dema dibe şev ez diçim ser balqonê, cihê xwe li wir datînim, li ber perwanê nema edar dibe, li ser balqonê gelek xweş e, heta carna ber destê sibê re miho dicemide, dinya sar dibe.



24.07.2016 11:22 | xendekî

3. pertew begê hekarî di helbesteke xwe ya şeşrêzî de behsa perwaneyeke bêtaban dike:



Ecêb aşûfte û heyran e Pertew

Mîsalê bilbilê baxan e Pertew

Li şem' a 'arîzan heta sehergeh

Wekî perwana bêtaban e Pertew

Nizanim ez tilisma sihra işqê

Wekî Mecnûn bêsaman e Pertew



Pertew begê hekarî



07.07.2014 14:23 | xendekî

1. perwane amûreke malê ye. di germa havînan de berî ku qlîma derkevin û hemû malam dagir bikin hema bêj di henû malan de perwane hebûn. bi ceylanê dişuxile, sê perên wê hene. ew her sê per gava ku bilez dizivirin hewayê dicemedînim û bi pêşiyê ve berdidin.

(bnr: perwaneya me ya gund deh qetê qlîmaya li bajêr bû)



07.07.2014 00:34 | xendekî