54. qenaleka duyem a youtubeê ji xwe re vekirine. Li gor gotegotan wê vîdyo-helbestên bitelîf li vê qenala nû (asoya helbestê) bar bikin, vîdyo-helbestên bêtelîf jî wê eynî weka berê li ser qenala kevn (asoya helbesta kurdî) bar bikin. |
|
08.09.2019 14:05 ~14:06 |
xendekî
|
51. êdî li ser malperekê kete bin xizmeta herkesî: www.helbestakurdi.com |
|
02.03.2019 19:13 |
xendekî
|
47. sepana ku tirşikvan û bloggerê qeşeng û jêhatî înano lo li ser tiştinên xweş nivîsîye, nivîseka danasînê belav kiriye li ser bloga xwe, tê de dibêje: |
|
06.11.2017 10:32 ~2017.11.07 00:09 |
xendekî
|
44. sepana nûjentirîn a bi kurdî ye. hejmara şairan 445, hejmara helbestan 3120 zêdetir. sepan bi 5 zimana dixebite. tê de vîdyo - helbest, muzîk û hwd gelek taybetiyên baş û profesyonelî hene. |
|
04.11.2017 12:18 |
xendekî
|
42. sepana ku di malpera dîyarnameyê de bûye mijara nivîsekê. fermo bixwînin: |
|
31.10.2017 23:07 |
xendekî
|
41. sepana me ya êdî ji berê xweştir û nûjentir e. heta nûjentirîn sepana kurdî ye. bi versîyona nû sepan ji nû ve hat nivîsandin. |
|
31.10.2017 23:02 |
xendekî
|
34. sepana ku di logoya xwe ya nû de çend guhertinên nipûnûtir kirine. |
|
09.09.2017 14:42 |
xendekî
|
31. sepana ku xweyî logoyeka nû ye. di çarçoveya projeya ji nû ve çêkirina sepanên gotinên stranan û asoya helbesta kurdîyê me hin biryar dan. pêşî behs he bû em navê xwe jî biguherin, lê li ser daxwaza bikarhêneran me ev yek nekir. lê ji ber ku ji me re logoyeka xwerûtir, piçûktir hewce bû me logoya xwe guhert. |
|
30.08.2017 10:54 |
xendekî
|
25. sepana ku di rojnameya azadiya welat de nûçeya wê derketiye, li ser malperê jî hatiye weşandin: |
|
13.03.2016 08:01 |
xendekî
|
23. li ser malpera candname.com'ê danasîna wê û gotinên stranan hatiye kirin: |
|
21.02.2016 20:32 |
xendekî
|
22. sepana ku bi rojanekirina nû gelek taybetiyên nû ve hate ber destê me: |
|
21.02.2016 20:24 ~20:26 |
xendekî
|
18. sepana bi rojanekirineke nû li ber destê helbesthezan e. Aniha di sepanê de 349 helbestvan û 2324 heb helbest hene. |
|
19.11.2015 02:50 |
xendekî
|
14. foksiyona kopî-pêve bike (copy-paste) bi vî awayî tê bikaranîn: |
|
16.09.2015 01:03 |
xendekî
|
10. sepana me wê di rojanekirina nû de: |
|
15.09.2015 19:35 ~19:37 |
xendekî
|
8. rûpela min a helbestan a facebookê ye. niha bi heman navê xwediyê sepanê ye. |
|
25.08.2015 12:53 |
xendekî
|
2. navnîşana rûpelê: https://www.facebook.com/asoyahelbestakurdi?fref=ts |
|
24.06.2014 15:07 |
xendekî
|
1. Asoya Helbesta Kurdî Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene.. Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî.. Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan. rûpela min a facebookê ye. rûpela ku rojê helbesteke kurdî tê parvekirin e. carna helbestên ji şairên klasîk carna ji yên nûjen carna werger tên parvekirin. pêşiya niha rûpela me mezin bûbe gihiştibû 2.500 kesî lê ji aliyê facebooka faşîst ve bêyî ku ti sedemekî nîşan bide hate girtin. min dîsa vekir. di gel ku zêde kes berê xwe nadin helbest û kurdî û helbesta kurdî dîsa jî (bnr: asoya helbesta kurdî) hîç dev ji şopa helbest û kurdî û helbesta kurdî bernedaye. |
|
24.06.2014 14:53 ~2015.08.25 12:57 |
xendekî
|