Tirşik - Profîl
tirşik-profîla miho gewda

profîla "miho gewda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [colemêrg] de;

12. Bi kurt u kurmancî heke silhe neyête kirin dê gele mirov êne kuştin ji milê her di rexan ve. Di cilemêrgê da çi halekî xweş nemaye. Hal gele yî xirabe. Bi dehan dikan hatine sohtin. Seetekî ji seetê zutir heke hinde kes nekevine nabeynê u berevaniyê neken, Xudê neket gele xwîn dê rişît. Nihe ji dia pêve çi tişt j ime nayêt….



2014.07.22-01:50 | miho gewda

11. Nihe mesele ji kontrolê derkeftiye. Çi kes neşêt bîte berevanî, mileti jêkve ket. Her di rexan dikanên êkudi sohtin. Hinde kes dê suçi avêjine ser istê dewletê u quricîtiyê. Belê raste dewlet neye bê gunehe. Belê ma partî u şaredarî li Cilemêrgê çi şohli diken bi kêr çi tên. Her ro her ro wê meclisên taxan ava diken. Eve dazde sale Cilemêrg ya di destê partiyê da. Eve hinde sale çi diken….



2014.07.22-01:50 | miho gewda

10. Nihe şaredarî u partî neşên çi tişti biken, kes guhê xwe nadetê u wan çi hisab naket. Çimkî partiyê tinê ber avêtin nîşa wan da. Çi rêgirtin u hirmet u siyanet nemaye. Kes guhê xwe nadete kesê. Li Cilemêrgê rewş hate halekî we kurê deh dazde salî bi xeberê babi nekir. Dema babi gote kurê xwe: ‘ kurê min bera ne avêje dikanên alemê’ kur ço bab şikayet kire partiyê!



2014.07.22-01:50 | miho gewda

9. Nihe şaredarî u partî neşên çi tişti biken, kes guhê xwe nadetê u wan çi hisab naket. Çimkî partiyê tinê ber avêtin nîşa wan da. Çi rêgirtin u hirmet u siyanet nemaye. Kes guhê xwe nadete kesê. Li Cilemêrgê rewş hate halekî we kurê deh dazde salî bi xeberê babi nekir. Dema babi gote kurê xwe: ‘ kurê min bera ne avêje dikanên alemê’ kur ço bab şikayet kire partiyê!



2014.07.22-01:50 | miho gewda

8. Belku gele faktorên vi şerê rureşiyê hebun gorey her di rexan belê sedemeke sereke jî polîtîkayên partiyê ne. Eve hinde sale çi caran şer ji Cilemêrgê xelas nebuye. Mixabin rêvebiriya partiya Cilemêrgê ji xeynî dikan girtinê u Molotof avêtine çi rêberî bo miletê Cilemêrgê nekir. Ma siyaset kirin kepeng girtin u slogan avêtine. Seroka şaredara Cilemêrgê jineke ciwane. Kurmancî nizanît, ne ji Cilemêrgê ye edet u usulên Cilemêrgê nizanît. Kes çi pê nadet. Weke tayînkirî ji partiyê hate nîşan dan, şibya waliyê dewletê. Dema ew bo Cilemêrgê kirine endama serokatiya Cilemêrgê qet ji xelkê Cilemêrgê ne pirsîn. Kesên ku ev rewşa rexne kirin u gotin bo Cilemêrgê ne kotaya jinê kotaya xizmet u rêberiyê lazime. Gotine van kesan hun xayîn cehş u nizanim çi u çine. Guhê xwe nedane mileti. Rêvebiriya partiyê jî kirine eşîrkanê. Ji ber hindê rehî sedê sih kêm bun. Dîsa jî bo wan ne xem bu. Ji Enqerê hinde rêvebirên partiyê qerar dan u eve jî demokrasî bu.



2014.07.22-01:49 | miho gewda

7. Roja siyê êdî şeri avête malan. Di dumahîka van serdagirtinên malan da mirovekî marufî / Pinyanişî emrê Xudê kir ( Xudê rehma xwe lê biket serê me hemiyan sax bît) u kurê wi jî giran birîndar bu. Piştî vê kuştinê êdî şer ji kontrola dewletê jî derkeft. Waliyê tirk derkeftina ji malê, kolanê qedexe kir.

Nihe kolanên Cilemêrgê xir u xalî ne. Suk ye girtiye. Çi kes ji mala xwe dernakevît.



Rastî ev şerî ku di nav pinyanşiya u ertoşiya da derkefti ne şerê evro ye. eve hinde sale li êkudi bi hecet bun. Zivistana borî mirovekî Mamxuran mirovekî Pinyanişî kuşti bu. Gele tiştên dî jî çêbubun. Li êkudi bi hecet bun.



2014.07.22-01:49 | miho gewda

6. Eve çend roje şer e li Cilemêrg ê! Di nabeyna Pinyanşiya u Ertoşiya da. Kes baş nizanît ev şere sera çi derkeft. Şerê di nabeyna çar tolazanda agir berda hemi Cilemêrgê. Piştî çend ciwanên Pinyanişî u Gewda danaye êkudi gencên her du rexan dikanên êkudi didene ber Beran. Mesele di seri da di nabeyna Gewda (mala mistefa) u hinde pinyanişiyan dabu. Belê paşê şer bu şerê pinyanişiya u ertoşîya.

Roja dî rihsipî keftine nabeynê gotine her di rexan silhê biken. Ertoşiyan silhe qebul kir. Dema çone dev pinyanişiyan ‘ya ku tête gotin’ ewan gotin ‘ em çi silhê naken u em dê tola xwe veken u xeber gotine parlementer adil zozanî u ew rihspîyên li wi erdi. piştî fitarê her du rexan dîsa dest avête şeri u dikanên êkudi sohtin. Heke polîs nekeftiba nabeynê Cilemêrg da bîte gola xwînê. Hita demê paşîvê şeri dewam kir. Polîsan nedihêla her di rex nêzîki êkudi bibin. Di şeva duyê da mirovekî jîrkî bi çekê giran birîndar bu.



2014.07.22-01:48 | miho gewda

5. Eve çend roje li Cilemêrgê şer e! Ne şerê xêrê! Şerê şer, şerê birakujiyê, şerê rureşiyê. Nizanim hita nihe Cilemêrg çend caran rojên hinde reş dîtine? Belê mi kêm caran şerê hoke yê rureşiyê wê dîti. Erê Cilemêrg di bin dagirkeriya neyari daye. Cilemêrg bajarekî êxsîre di destê dijmini da. Cilemêrgê her dem şerê xwe kiriye. Cilemêrg kela berxwedan u serfiraziyêye bo miletê xwe. Belê birakujiyê pişta Cilemêrgê şikand. Ew Cilemêrga di di xevn u xeyalanda bu kabusek, rureşiyek.



2014.07.22-01:48 | miho gewda