Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keriyê atomê] de;

1. Keriyê atomê kerîyekê made ye ku ji atomê biçûktir e. Keriyê atomê du cûre ne: keriyê hîmanî û keriyê pêkhatî.

Elektron, notron û proton ji keriyên atomê ne. Notron û proton keriyên pêkhatî ne û ji kuarkan pêkhatine. Her protonek ji du kuarkên jor û kuarka jêr pêkhatiye. Kuark bi keriyên bi navê gluon anku venûson bihevra tên girêdan. Şeş cûreyên kuarkan hene: jor, jêr, bin, serî, ecêb û cadûyî. Keriyên din ên mîna foton û nutrinos jî hene ku di stêra Rojê da çêdibin. Piraniya keriyên atomê ku heta niha hatine vedîtin di rewşên asayî de li ser rûyê Erdê peyda nabin. Ew di Tîrêja Keyhanî da û li dema pêvajoya bijandinê di lezgînkera keriyan dE çêdibin.



20.06.2020 11:28 | xwelî li ser