Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zaravayên kurdî] de;

1. Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîr û ol hatiye danîn. Bi vî awayî ji ber ku hatiye tevlihevkirin, Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di vê encamê de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye.

Di dîroka Kurdan de, kesê yekem, ku behsa devokên Kurdî dike, helbestvan û nivîskarê mezinê Kurdan ehmedê xanî ye. Ew dibêje:
Bohtî û Mihemmedî û Silîvî
Hin le`l û hinek ji zêr û zîvî .
Xanî di helbesta xwe de navê sê devokên Kurmancî wekî mînak ji bo hemî devokên Kurdî tîne û dibêje ku ew şêwazên Kurdî tev wekî gewher û zêr û zîv in.

Di dîrokê de jî dema ku dîroknvîsê mezin, Şerefxanê bedlîsî behsa Kurdan dike, Zazayan di nav şaxa Goranan de dihesbîne û
dinvîse; Çar grupa Kurdan hene, ew jî Kurmanc, Lor, Kelhûr û Goran

kemal fuat ku li ser ziman û wêjeya Kurdî dixebite, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan wiha rave dike:
Here lînkê

zimanzanê Kurd; fu’ad heme xurşîd zimanê Kurdî ji bo çar zarên sereke dabeş dike, Kurmanciya Bakurî, Kurmanciya Navendî, Kurmanciya Başurî, Goranî.
Here lînkê

Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine.

çavkanî

Here lînkê
kovara kurdiname ya navneteweyî, hejmar: 1, sal: 2019, Rp. 8-13



15.06.2020 23:58 ~2020.06.16 00:00 | xwelî li ser