Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fairuz] de;

1. Feyrûz, Fairouz, Fayrouz an bi navê rastîn Nouhad Wadi' Haddad. Stranbêjek libnanî ye. bavê wê wadi haddad ji mêrdînê ye. dayîka wê liza al boustani suryanî-marunÎ yek ji libnanê ye. her wiha bavê wê jî suryanî ye. di sala 1935 an de li jabal al arz hatîye dinê. ew û ummu gulsum li cihanê navdartirîn stranbêjên ji rojhilata navîn in.

di 71 a de diçe amerîka konserek dide û li dinyayê deng vedide. li new york, londra û parîsê jî konsera dide. piştî şerê navxweyî li libnanê destpê dike
ji libnanê dernakeve û bi stranên xwe dibêje. ber xwe dide. lê di dema şer de li ser sahnê qet nekenîyaye.

stranên wê ji hêla stranbêjên tirk ve jî hatiye gotin. wek ajda pekkan, erkin koray, Ferdi Özbeğen, Neşe Karaböcek, Kamuran Akkor, Semiha Yankı...
dema ku mihemed şêxo jî diçe libnanê feyrûz jî dibîne û li bin bandora wê dimÎne.

niha 80 salî ye hê jî stranan dibêje. kurê wî Ziad Rahbani jî bestekar. bi hev re stranan ava dikin.
74 heb albûmê wê heye. carna di salekî de 4 5 6 albûm derdixist. di albuma wê ya bebalee de strana yemken cover a imagine ya john lennon e.

çend stranê wê:

yemken




Al bostah




Fe kahwe Al Mafrak




sallimleh alayh




û divê ev mijar ceso vekiriba. * ya rastî kêfa min zêde ji stranên erebî re nedihat. ji ber ku ji ereba û erebî re nayê. lê ev harmet û ummu gulsum û ceso * li ber guhê min şêrîn kirin hebek.



15.06.2020 18:41 ~18:43 | xwelî li ser