Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êzîdîtî] de;

2. Êzdîtî yan êzidîtî, navê ku êzdî ji dînê xwe re dibêjin, ol û dînekî Rojhilata Navîn e û li gor gelek çavkaniyan yek ji ayînên berê yên êzîdîyan e û yek ji kevintirîn dînên yekxwedayî ye. wateya wê di zimanên hind û ewropî ya kevn de "Xweda" ye. Li gorî dîroknasan jî peyva "Yezidî" gelek kevn e. Êzdîtî ne ji ola zerdeştîyê tê.

Pirtûkên pîroz ên êzdîtiyê mishefa reş û cilwe ne. Lê heta roja îro dînê êzdiyan bê nivîsar û bi awayekî devkî belav bûye. Wekî din, di ayîna êzdîtiyê de, qewl û beyt jî giring in.

êzdî monoteîst in, ji xwedayekî bawer dikin. ola êzdîyatî 2000 an 6000 sal berî çêbûna pêxember Îsa derketîye holê. weke olên rojhilata navîn, Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê, bi ne yekcarê re peyda bûye, bi guhertin û pêşketinê peyda bûye. Di destpêkê de Êzîdiyên her çar elementên jîyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wiha pêşket, heya parastina rojê (Şêşims mefer e mêrê Êzdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê mitrayîzimê tê naskirin. Bawerîya Êzdiyan bi tawusî melek heye. Perestgeha pîroz lalişa nûranî, li Başurê Kurdistanê ye, Mîrê wan ê berê tehsîn beg bû. lê niha serokê olî bavê Şêx-extiyarê mergehê ye, li Ba'adrê û Lalişê dimîne
Here lînkê

Çavkanî
Here lînkê



17.06.2020 20:55 ~22:36 | xwelî li ser