2. qirçînî*
zehf zêde zehf kêm
zehf qelew
zehf jar
yan jî tu kes
tîqetîq yan jî
hêsirên çavan
yên kîndar
yên dildar
xerîbên rûyî tirş mîna
pişta
raptiyeyan
artêşên ku dikişin di
kuçeyên xwîn û xirarê re
şûşeyên şerabê li ba dikin
singo dikin û
dikutine qîzên kezî
kalemêrekî di odeyeke koxtik de
wêneyekî M. Monroeyê pê re
tenêtiyek heye li vê dara dinyayê ew qasî mezin e
ku hûn dikarin wê bibînin bi lebt û liva giran
a tîrikên katjimêrekê re
mirov hingî westiyane
nivîşkan in
yan ji ber evînê yan ji ber tunebûna evînê.
mirov ne ku bi tenê bi hev û din re ne baş in
yek bi yek.
dewlemend bi dewlemendan re ne baş in
xizan bi xizanan re ne baş in.
em ditirsin.
pergala me ya perwerdeyê ji me re dibêje
ku em giş jî dikarin bibin
serketiyên qûn-lengerî
wê yekê hê ji me re behsa
şerpezetiyê
yan jî xwekuştinan nekiriye.
yan jî sawa tektenê kesekî
ku li ciyekî êşê dikişîne
bi tena serê xwe
dûredest
dûregotin
riwekekê av dide.
mirov bi hev û din re ne baş in.
mirov bi hev û din re ne baş in.
mirov bi hev û din re ne baş in.
bi raya min, ew ê tu carî baş nebin jî.
ez ji wan naxwazim ku bibin jî.
lê carinan dikeve hizra min
ev yek.
dê morî-mincix bihejin
dê ewr sî û sîberan çêkin
û dê qesas serên zarokan jê kin
mîna ku gezekê bavêjin kovikeke besteniyê.
zehf zêde
zehf kêm
zehf qelew
zehf jar
yan jî tu kes
kîndar zêdetir in ji dildaran.
mirov bi hev û din re ne baş in.
dibe ku heke baş bûna
mirina me bi wî çendî xembar nedibû.
di vê navê re ez li keçên xama dinihêrim
li ripinan
li kulîlkên ta’lihê dil.
divê riyek hebe.
ne ciyê gumanê ye ku divê riyek hebe ku hê jî me
bîr nebiribe.
kîjan kafirbavî ev mêjiyê kambax xiste serê min?
dike zarrezarr
bi heft dilan dixwaze
dibêje ku fersendek heye.
ew ê nebêje
“na.”
Charles Bukowski
Ji Îngilîzî: Hesenîkê Lelê
|