Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sêwî silo] de;

1. Şêx Silo yan wekî di stranên xwe de dibêje "Sêwî Silo" yek ji dengbêjên navdar ê hemdemiyê evdalê zeynikê û dengbêj gulê ye.



Di dawiya 1700 ´î û destpêka 1800 ´î de li herêma serhedê (agirî) jiyaye. Hevalê Evdalê Zeynikê ye. Bi Evdal re gelek caran di civatên mîr û hakiman de pêşbirk sazkirine. Wî jî wekî Evdal di palasa sirmelî mamed paşa de dengbêjî kiriye.



Dilê wî ketiye keça Mamed Paşa Serayiyê. Serayî ji êşa dilê xwe nexweş dikeve lê Mamed Axa wî nade Sêwî Silo. Strana wî ya "Serayiya Mamed Axa" hêj jî jîndar e. Li ser vê bûyerê biryar dide xwe ji palasan û civatên dewlemendan dûr dixîne. Ew êdî naxwaze kes jê re bêje "şêx", tenê navê "Sêwî Silo" bikartîne. Ango ji nebûna Serayiyê ew di jiyanê de sêwî maye, sêwiyê jiyanê ye.



03.06.2014 18:26 | xwelî li ser