Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vladîmîr mînorsky] de;

3. Ew li bajarê Korçevayê, li bakurê rojavayê Moskovayê hat dinyayê. Bajarokê Korchevayê niha di bin ava sikrê Ivankovoyê ye. Li dema xwîndina xwe li dibistana berheviyê xelatekê zêr wergirit. Li sala 1896ê li Zanîngeha Moskovayê dest bi xwîndina qanûnê kir. Wî li sala 1900ê zanîngeh qedand û li wê salê çû bingehê lazarêv jibo zimanên rojhilatî û sê salan xwe berhevî karekê dîplomatîk kir. Ew li sala 1902ê jibo cara yekê çû Îranê û li ser ehlê heq anko kakeyiyan jêder cemandin. Piştî perwerdeya xwe ya seretayî û ya bingehîn li Moskowayê bûye çaremîn kesê xwedî pileya zêrîn ya zanîngeha rêzimanî û beşa huqûqnasîyê ya zanîngeha Moskowayê kar kiriye, ji sala 1886an heya 1890î jî li wê derê huqûq xwendiye. Piştî qedandina wê wî sê salan jî li dibistana bilin ya Lazaref beşa zimanê rojhilatê xwendîye. Di 1903yan de ew ketiye ber xizmeta wezirtîya kar û barê derve ya Rusyayê û ji sala 1904an heya 1908an li Îranê û ji 1908an heya 1912an jî li St.Petersburgê xû Turkîstanê xebitîyte. Di sala 1911an de wî bi nûnerêv Îngîlîzan re delagasyonekê birîye bakur-rojavayê Îranê. Di sala 1912an de bûye balyoze Rusya yê Stenbolê û sala dû re jî bû ye nûnerê Rusya yê komîsyona navnetewî ya ser sînorê navbera Tirkîye û Îranê. Demek pişt re ew bû ye balyoze Tehranê û di sala 1919an de jî ji wê dere bere xwe daye Fransa û çende salan jî balyozîya Rusya ya Parîsê kiriye. Di sala 1923yan de wî dev ji balyozîyê berdaye û li enstîtuya Ecolê Natîonal des Langues Orîantales Vîvantes ( enstîtuya ecola neteweyî ya zimanê rojhilatê ya vîvantes ) dest bi destdarîya zimanê farisî kiriye û pişt re jî li heman zanîngehê dersên diroka Tirk û ya Îslamê ji dane. Piştî ku ji tebaxa sala 1930yî heya çileyê 1931ê li Londonê di pêşengeha hunerm Îranî ya Berlîngton Housê de wekê ber pirsyarê rojhilatê kar kiriye, pêvendîya wî bi zanîngeha Londone rê çebûye û di sala 1932yan de li wê derê di beşa rojhilatê de bûye dersdarê zimanê farisî. Pişt re li eynî beşê buyê doçentê beşa edebiyat û dîroka zimanê farisî û di dû re jî bûye profesorê beşê. Di sala 1944an de ew bi tîtilê Prof. Emeritus xanenşîn (teqewîd) bûye ûbûye endamê şerefê yê The School of Oriental an African Studies (SOAS): Fakulteya Xebatên ser Rojhilat û Afrîka û di 1948-49an de jî çûye serdana zanîngeha Qahîreyê. Digel wergertina wî ya endametîya îdareya Akademiya Brîtanî (1943) ew doktorê şerefê yê Zenîngeha Brukselê (1948) bû jî. Di sala 1966an de koça xwe ya dawî kiriye û ji nav me çûye. Ew li sala 1903ê li Wezareta Derve ya Rûsiya ya Tizarî damezriya û li sala 1904ê heta 1908ê li Îranê xebitî.



18.09.2014 11:55 | xwelî li ser

1. (z. 5'ê reşemiyê 1877 − m. 25'ê adarê 1966), rojhilatnasê navdarê Rûs ko jibo lêkolînên xwe yên li ser dîrok, ferheng û zimanên Îranê di nav Kurdan da pir hatiye nasîn.



27.05.2014 12:25 | xwelî li ser