Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurê xelkê

profîla "kurê xelkê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [romantîzma cîgera amedê a kurdan] de;

1. ew romantîzma ku wek romantîzma çay e. lê ev romantîzm tenê di nav kurdan de tê dîtin. mesela ev çend meh in ji amedê dûr im bi min re jî ev romantîzm çêbû. rast e ê ku cîgera amedê dixwe hew cîgerên din dixwe lê ê me piçek fîşalî ye.



mesela du kes bifikirin ku berî cîgera amedê xwarine. em bêjin yek ji wan an jî her du jî niha li bajar an welateke din dijîn dikarin zû bi zû dest bi vê romantîzmê bikin.



niha hûn bêjin kî niy... çi bûye ji te ez nikarim tu bersiveke bidim. ji ber ku van rojên dawîn rojê pênc caran şûna nimêjê cîgera amedê tê bîra min. ji bona xwedê bila yek ji we ji min re bişîne :/



edît: yekî reşşikeke tûj bo vî peyamî munasîb dîtiye. topa ezmana li te nekeve!



01.04.2016 01:39 ~2016.04.04 01:44 | kurê xelkê