Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurê xelkê

profîla "kurê xelkê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurmancî li bakur ber bi mirinê ve diçe] de;

15. ev pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka pkk and pdk ye. rast e ji ber ku pkk wekî tevger zimanê kurdî nekir zimanê sereke lê kadroyên pêşîn ê pkkê binêrin ya tirkên çepgir yan jî kurdên welatparêz hene. jixwe hebûna tirkên çepgir dibe sedema li paş mayîna kurdî lê jixwe welatparêzên kurd ên ku pkkê saz kirin hemû xwendekarên zanîngehê bûn û tirkî zimanê wan ê rojane bû. ji ber wî hemû xwendin û nîqaşên wan bi tirkî bû. lewma jî ocalan pirtûkên kurdî nexwendibe ev yek tişteke normal e. lê ev ne mesele ye. dikarin hîn bibin û bila hîn bibin jî.

wek min li jor jî gote ev ne tenê pirsgirêka hizb û partiyên me ye. wexta ûris li polonya desthilatdar bûn zarokên polonî nedikarîn bi zimanê xwe perwerdehî bigirin ji ber ku polonî qedexe bû. lê dê û bavên wan zarokên xwe hînî polonî kirin. him jî li malê. wexta ez çûbûm polonyayê yek ji min re gotibû ku pîra wî zimanê xwe li malê elimî ye û ew her tim digel heval û hogirên xwe , çi bi awayeke veşartî çi bi awayeke aşkere, bi polonî axivîne.

mesela ûris wexta li lîtvanyayê desthilatdar bûn xelkê lîtvanya pirtûkên lîtvanî bi dizîka gihandine hevûdu. çawa ku di salên notî de kasetên ciwan haco, şivan perwer û hwd. bi dizîka gihiştine destê însanan lîtvan jî wiha pirtûkan mal bi mal gerandine. ê ku îngilizkî dizane bila wekî "lithuanian book smugglers" lêgerînek bike wê bibîne.

yanî bi kurt û kurmancî pkk an rêxistineke kurdî daxuyaniyên xwe bi tirkî bide jî divê meriv ji xwe ra li bahaneyan negere û xwe bi xwe hewl bide. jixwe bazara kurdî li bakur tune ye lewma jî normal e ku kesî berê xwe nede kurdî. ji bo ku kurdî têkeve nav jiyana me ya rojane lazim e pirsgirêkên me ên siyasî çareser bin.

ez bi xwe kurmancî xwe bi xwe elimîm lê wê çend ciwanên kurd xwe bi xwe kurmancî hîn bibe an jî kurmanciya xwe pêş bixe? loma ez dibêjim lazim e pêşî pirsgirêkên me ên siyasî çareser bin ji bo ku bazara kurmancî hebe û gel jî berê xwe bide kurdî.



10.10.2017 17:38 ~17:41 | kurê xelkê

7. ji ber ku bazara kurmancî li bakur tune ye tişteke normal e. berî şeş salan min ne dikarî kurmancî xeber bide ne jî dikarî fahm bike. zimanê min ê dayikê kurdî ye lê bi tirkî mezin bûm. bes çaxa ez bûm dora 15-16 min got ez ê hîn bibim.



wek gotina mehmed uzunê rehmetî tiştê ku em dikin ji alîkî dînîtî ye lê ji aliyê din ve jî kareke exlaqî ye. kêm an zêde em mecbûr in ku li ser zimanê xwe bisekinin û wê biparêzin. heger em bi zimanê xwe nizanibin em ê nekaribin ew hisiyata netewebûyînê his bikin.



25.03.2016 20:29 | kurê xelkê