Tirşik - Profîl
tirşik-profîla elomelo

profîla "elomelo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [arezû] de;

1. sotîn e, mirov pê dişewite, ne mecbûr e tiştekî erênî be, bes tu pê bişewitî tê dibînî ku hemî dinya dibe ew û hew, yanî dibe arezû, weku di fîlma (bnr: it's a wonderful life) de (bnr: george bailey) yanî di jiyana rastî de (bnr: james stewart) wexta, şeveke nîvêşevê rastî evîna xwe tê di bin ronka heyvê de destê xwe dirêj dike û şanî heyvê dide, dibê ez dibêm heke tu hevyê daqurtînî û heyv ji hemî laşê te xwe berde xwarê û ji milê te lingê te serê te, cendekê te ji teviha hemî laşê te bi şewqa xwe wê hemî dinyayê ronî bike.. belê arezû ew e, dinya hemî xwe bi kirasê wê dixemilîne, tu ji xeynî wê tiştekî din nabîne, ji ber ku her tişt edî bûye ew....



10.05.2015 23:14 | elomelo