Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gernasnenas

profîla "gernasnenas"


tirşik - dîwara gernasnenas

Dîwara gernasnenas

çi avatarek ecêb e...



| 2014.10.08 21:18 | simurg56

“Tu dizanî bê te çi tê serê dilê min? Imm, ka bisekine bisekine. Here melesekê biavêje nava sênc û kelemên stiriyan, û hêdî hêdî bikşîne. A dil mîna wê melesê diperite ha.“



| 2013.10.17 16:06 | gernasnenas

Cegerxwîn şiyar bikin

Bila binivîse evîna min

Ez evîndar im, nizanim.



Loqman Hekîm rakin

Da dermanke birîna min

Ez birîndar im, nikarim.



Li şervanan bang bikin

Li warê xwe bindest im.



| 2013.10.16 17:04 | gernasnenas

Ji dema ku min kenê xwe li ser darbestê dît

Lêvên min birîndar in



Piştî ku min qêrîna gotinên xwe bihîst

Ji wan kesên lal im



| 2013.10.16 17:03 | gernasnenas

Eger spîtaya çavên te min bikujin

Dewsa avê hêsirên te li min bikin



Ne kefen helbestan li min bipêçin

Bila min di nav lêvên te de veşêrin



Li ser min ayet û yasînan nexwînin

Ez dxwazim bi dengê te bibihîs



| 2013.10.16 17:03 | gernasnenas

avatara nivîskar



têketina dawîn 01-12-2019 12:12
dîroka qeydê 15.10.2013