Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yoda] de;

77. yoda! soundtrackvana henûn! ma tu li ku ye? ji hezîranê vir ve ye tê neketiye tirşikê. soundtrackên bijarte bêkes maye! de rabe û were. *



29.12.2017 22:15 | biruya hayao miyazaki

73. divê hedefên xwe rêzbike û bi vê tevbide. mirov di heman demê de ji bo sed tiştên cuda nikare hewlbide. heger bike jî wê qeweta wê qels bibe. li nav vê atmosferê wê nikaribe ji gotinên nebaş bireve. ne tenê gotinên ji derve tê kirin, di heman demê de gotinên wê ya ji bo hevalên xwe dikin jî wê qelsbibin û ev jî wê têkiliyên hevaltiyê xelas bike. piştî gotinan jî xwestina lêborîn kêrî tiştkî nake. şîretek biçûk bihesibîne.



15.09.2015 12:00 | biruya hayao miyazaki

68. ahahah :D bi qirînî keniyam. yoda ez im? xwedêyo! birayê endazer kurdiya min bi serê xwe ne bes e. tew ezê rabim bi vê zimanê xwe yê bi sînor hesebekî din vekim! herkesî wekî xwe nehesibîne. hesabekî min heye û ev ji bo min bese. *



ha edit: vir e. mixabin *



08.04.2015 21:32 ~21:40 | biruya hayao miyazaki

60. ez dikarim têkevim her mijarê lê dema pêl 05.04.2015 axivîna yodayî dikim, venabe. nivîsandina wê çawa trafîk pêkaniye, way lê lê, maşele *



06.04.2015 00:01 | biruya hayao miyazaki

51. bi ya min nivîskara ku di tirşîkê de herî statîk ew e. bêguman. her bijî. lê divê hinekî ji bo xwendinê û nivîsînê bixebite. heta kengî wê bikaribe, soundtract parve bike, ji kokê rakir berda *



05.04.2015 14:16 | biruya hayao miyazaki

39. nivîsakarê/a ku çavê me li riya wî/wê bû. xêr hatiye û peyvên wî/wê ya li bin mijara soundtrackên bijarte xelas nebûye.. her bijî *





20.02.2015 21:18 | biruya hayao miyazaki

28. min wê/wî hezkiribû. gelek kêfa min jî jê hatibû; ez dikarim bibêjim ku heta erdhêja bijarteya wê/wî ya soundtrack jî piranî xweş bû. lê pismamo/dotmamê metoda copy-paste'a te ya îxtilala tematîk-entry xwe gelek fehş kir. ez gelek xemgîn im ji kişandina nivîskariya te. lê tu zor da * ez hêvîdarim ku tê dilê xwe negre û tê heyfa xwe -li gorî qeyde ya lîstikê- ji erdê rake. * *



18.05.2014 00:57 | biruya hayao miyazaki

12. berî her tiştî xêr hatiye. xuya dike ku agahiyên wê/wî ya muzîkê(û fîlman) gelek berfireh e, hek ji malperekî copy-paste nekiribe. kurdiyên peyvên stranan ne hewciye lê barî du sê hevokan qala hestên xwe jî binivîsanda bin peyaman û ji nuha ve dikare navê pirtûka xwe hilbijêre. qey di hefteyêke de ewê jî têkeve lîsteya xelatên 1. rojbûna tirşikê. *



pênas: nivîskarê ku sernivîska soundtrackên bijarte kiriye defterê xwe yê muzîkê û li gorî dilê xwe dixemlîne. *



06.05.2014 14:51 | biruya hayao miyazaki