Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nimêj] de;

15. gelek kes dizanin ku hinin pêxember ji ber pîşeyên xwe wekî pîrên pîşeyên xwe tê hesibandin, wekî adem pêxember pîrê cotkaran e, îdrîs px. pîrê terziyan e, lût px. dîroknas û gerok bûye, yûnis px jî pîrê masîgiran hwd. (di wan de ya ez heyirandim pîşeya îsa px. bû ku necar û nêçirvan bûye û pîrê nêçirvan e. dînê wî pir sernerm e û çawa bûye nêçirvan nizanim) lê kêm kes dizanin ku wextên nimêjan ji kê re hatiye veqetandin. dema min xwend, kêfa min jê hat, nizanim ji ber çi:

"Di şerh a musned ya rafiî de weha derbas dibe ku nimêja sibehê ya adem, ya nîvroyê ya dawud, ya 'esrê ya silêman, ya mexribeyê ya yaqûb û ya 'îşayê jî ya yûnis pêxember e, selewatê xweda li tevan be." (eqîde û fiqha zelal, m. burhan hedbî, nûbihar, r. 103)

favoriya min a yaqûb px e û ya herî zor jî ya adem px e :/ heqet navê pêxemberê pêşîn derbas bû, ka li vir jî bipirsim: pêxember ji bo miletan tê şandin lê di dema adem px de milet tune bû, çawa bûye pêxember? tw.

(bnr: neynika nimêjê)



29.03.2021 23:23 ~23:26 | biruya hayao miyazaki