Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tor browser] de;

3. berê sê çar ro, min windowsa pc-ya xwe paqij kir û ubuntu tomar kir. cara ewil jî tor browser... xweş e û kes dikarîn jê sûd werbigrin. lê ji bo ketina malpereke hatiye qedexekirin, ne hewciye tomarkirinê, rêyên bêzehmet pir in. mîna anonymousa firefoxê. aktîv bikin û tu astengî namîne. divê hun tor browser bikin standarda xwe ya rojane. û ne tenê ji bo malperên qedexekirî hema ji bo tevgerên xwe yê înternetê wê bikarbînin. ji ber ku înternet we deşîfre dike. dibe ku hun ne ji partîyeke ye; tevgerên we yê derî normala civakê jî tunebe. lê car din jî tevgerên we ji bo armancên cûr bi cûr (dewlet an jî ji bo şîrketan hwd) tê qeydkirin. çima hunê xwe, mahremiyeta xwe eşkere bikin? çi heqê kesên din, sazî yan jî dewletan heye ku zanyariyên ji serê we hatiye topkirî, bikarbînin. li cihekî topbike?! tuneye... hele ku hun kurd bin!



wê ev malper alî we bike: Here lînkê



pc-ya min a hevsala min êdî tu program ranake mixabin.. mîna torê.. lê hun bin, guhê xwe bidin kemgozleresis*



25.07.2015 23:54 ~2015.07.26 00:04 | biruya hayao miyazaki