Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [firefox] de;

21. firefox bi gelemperî çavkaniya azad bi kar tîne ku lê mirov dixapin. Firefox ji aliyê kodên xwe yên androidê bi piranî vekirî ye (MPL, BSDL, etc.), lê ew di heman demê de pêkhateyên xwedî jî dihewîne, mîna pirtûkxaneyên Googleê ji bo xizmetên google playê. Ji ber vê yekê mirov nikare wê ji sedî sed wekî çavkaniya azad bihesibîne.



11.06.2022 15:04 ~15:08 | biruya hayao miyazaki

18. yên ku dixwazin guhertoya mobîlê ya firefoxê bi zimanê şêrîn bi kar bînin, bila têkevin eyarê û ji wir jî li languageê bitikînin û "kurmancî"yê hilbijêrin. hewqas hêsan e. bi saya twitterê min bihîstibû lê li jor tirşikvanek jî qal kiriye.

hinin dîmen jê:
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



29.05.2021 21:43 | biruya hayao miyazaki

16. (bnr: firefox esr)



31.12.2020 18:22 | biruya hayao miyazaki

15. di deepinê de gelek stabîl e. ev sê meh in di telefona xwe de jî kar bi wê dikim lê îro di nav sepanan de di karkirina wê de pirsgirêkan derdikeve, ya venabe ya jî vedibe lê diqerise nabe ku bê bikaranîn. hêvîdar im ku çareser bikin. pir hînî wê bûme. divê li ser wê nivîsek têr û tije were afirandin. (u: hmmm



01.04.2020 12:58 | biruya hayao miyazaki

12. Mixabin tu carî di kombersa min de jî stabîl nexebitiye û ji ber wê her tim opera û vivaldi bi kar anîm. erê, gelek taybetmendiyên wê hene ku dilê mirov xweş dikin lê, mîratê pir giran e. tew niha di ubuntu 18.04ê de, nabe ku di heman demê de ez firefox û gerokeke din vekim, kombers têk diçe wele bile!

ji xwe piştgiriya kurdî jî nake êdî. wê rojê min got, hela rêjeya pakêtên wergerandinê ya kurdî çiqas rêze digirin, çiqas wergerandî çiqas jî newergerandî ne. tew ya kurmancî ji pakêtên wergerandinê derxistine. helbet, ne bêsebeb, ji ber ku kesekî tune ye. min got, wax li minê..



28.06.2018 19:23 | biruya hayao miyazaki