19. çend roj berê berêvarkî bûyerekê pir ecêb hat serê min. hema min got divê li tirşikê binivîsînim. |
|
11.10.2021 23:06 ~23:08 |
biruya hayao miyazaki
|
17. di podcast kurdî de bernameyekê kurdkî heye bi navê "derdê ma yo pîl:zayenda komelkî". ji aliyê ronya berwan re hatiye pêşkêşkirin (31.08.2021) û kurdkiya wê zelal, herikbar û fêmbar e. di bernameya xwe de qala ferdên lgbt dike û bi rastî pir kêfa min jê hat. heke bixwazin jkx lê guhdar bikin. Here lînkê |
|
24.08.2021 23:03 ~23:06 |
biruya hayao miyazaki
|
16. gey/lezbîyen û nêremo ne tiştên wek hev in. nêremo rasterast ferdên hermafrodît/hunsa pênase dike, yanî bo kesên ku him vajînaya wan him jî penîsa wan hene. ji vir jî em fêm dikin ku nêremo nasnameyeke biyolojîk e. lê di heman demê de argo ye jî, wekî heqeret jî tê bikaranîn. min gelek kes dîtin ko bo biçûkxistina travestiyan bi kar anîne. ji bo zarok û xortan jî tê bikaranîn, ew kesên ku rewş û tevgerên wan "femînen" in. tecrube dibêje. |
|
24.11.2020 17:51 ~22:21 |
biruya hayao miyazaki
|
14. têgih hinek ketine bin guhê hev. ji ber ku zana farqînî di ferhenga xwe de ji homoseksuel re gotiye "hevzayend", miletê din jî heman peyvê bi kar aniye (ez jî tê de me). lê mamoste peyva "hermafrodît"/hunsa" tevlî vê peyvsaziya xwe nekiriye (ji ber ku navê wê ji xwe di kurdî de heye: nêremo an jî nêremê lê ev mentiq jî şaş e jbk îro wekî argo û heqeret jî tê bikaranîn û divê jêre peyvek notr bê çêkirin) û di tayîna wî ya maneyan de xeletî derketiye. hevzayend, bi ya ferhenga wî û mentiqa wî dibe "kesê ku xwedî du cinsiyetê ye" lê maneya ku mamoste daye wê peyvê wiha nabêje. îja bi ya tercîhên wî yên peyvan mane divê wiha bin: |
|
24.11.2020 15:25 ~15:30 |
biruya hayao miyazaki
|
13. li youtubeê min li rastî videoyek bi navê homophobia is so gay hat. di 2011ê de hatiye weşandin û bi 75 zimanan binnivîs hatiye amadekirin ku yek jê kurdî ye. gelek çewtî di rastnivîsa wê de hene, lê bi ya min karekî xweş kirine. |
|
26.09.2015 20:04 |
biruya hayao miyazaki
|
9. Bi taybetî di civakên rojhilatê de heterobûn ji zayendî pirrtir, tê wateya zêdebûn/çêbûnê. Kêf û coşî bi temamî hatiye vederkirin û hezkirî-bûnê ku berî pesendkirina kêf û coşî ye, wekî tenê xwesera zilaman hatiye dîtin. Tew çi xweşî! Evîna lehengên wekî mem û eliyê qolaxasî yan jî mecnûn û ferhad ên ji vê axê bûn, ji aliyê vê pergala pîs û qîrê ve bi nêrîna anormal hatiye dîtin. Dema zilam hezdikin, mirin dikeve para wan. Ji ber ku hezkirinê EWê wî kesî bigihîne kêf û xweşiyê, lawazî û qelsî ye, jê bêhtir tunebûnê ye. Ji bo wan qelsbûna zilaman ne tiştekî ye ku bê xwestin. Ji bo wan divê behreya ganokî û kutanî her tim ne bi xuyaneka bulgebe jî bi potansiyelekî wekî çêrok û kufirbazî bê nîşan dan. Bi eslê xwe ev xwesteka qebiliyeta şerkirin û pevçûnê ye. Peyvên bi “divê” didomîne ji hêla zayendî ve, veşartin û tunekirina hebûnên jinan dihewînin. Lê ji ber navê mijarê pêwist e ku ez di şîroveyên xwe de qala hevzayendîtê bikim. |
|
10.09.2014 13:55 |
biruya hayao miyazaki
|