Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the godfather] de;

21. bi î'nat min heta meha tebaxê vê fîlmê(/an) temaşe nekiribû. lê di havînê de min dev ji vê î'natê berda û di du rojan de her sê -beşên vê- fîlmê temaşe kir û heyran mam. fîlm, ne mîna fîlmên gangsterî û aksîyon ên din e ku ez ji vê tiştê ditirsiyam. lê berevajî te'ama romanên klasîk jê difure. sehneyên çavderiyê, dîyalogên xwerû û lehengên mîna dantelan honandî hene û helbet mijarên wê yên balkêş ên li ser karên nebaş û malbatî jî gelek xweş e.

di vê fîlmê de ya ku min pir hez kir, bêguman sehneyên flashback bûn yên jiyana li korsîka û new yorkê rê didan. rengên tercîhkirî yên derhêner ji bo van seheneyan pir li mijarê dihat. rengên vekirî li korsîka û yên tarî li new yorkê.



26.12.2017 17:21 | biruya hayao miyazaki