38. s06.b10. fînala sezonê bû û bû dawiya gelek kesan jî. rehma heft xwedayên derewîn a septê li ser wan nebe.. * cercei tola xwe hilda ku ev çend sezon e ez li bendê bûm. sept û septon û septa û "shame" bû yek ji çîrokên dîrokê. keybanûya tommenê her çiqas kirinên cerceiê bir anî be jî li nav firnê qehirî. helbet ji bo wê û birayê wê ya hevzayendî bi ber xwe ketim, divêt wanî nebuya. lê belê xwediyê "shame"ê ya li ser cerceiê dixwend, li bin destê cerceiê ruyê me da kenê. law law... ew tommen jî rabû întihar kir û gû xwar. cercei jî rabû xwe şahbanû îlankir! arya stark ji bîr nake! hew! lê belê nankirina ew qas layê wî bênamusê, afirîneriyekê gelek mezin bû. ji bo min jî gelek surprîz bû. * ez dizanîbûm jon snowê min ne pîç e, ha pîçbûna wî jî ne pirsgirêk bû. dilrehmiya ned stark jî a hurmetdanê ye. rehma xwedayên wî li ser wî be. lê belê min pir tênegihişt, xweha ned ew lawik ji kê anî dinyê. ji ber tecawiza wî qewadî? * şeytana porsor jî gunehên xwe vegot û hat suirgûnkirin. li wê kêm e lê wekî wê ji jon snow re got, gengaz e ew hewceyê alîkariya wê bin. khaleese artêşa xwe ya behrê amade kir û aniha ewê baz de li ser şah û şahbanuyên heft keyaniyê û tyrion jî kir alîkarê xwe. helal ji te re xwakê. lê dilê min ji hezkiriyê te şewitî. evîn divêt her dem wanî be ma! fikra metresî ya wî jî divêt bihata nirxandin, hema li kêleka çepê rûnişta rindiko. * tedît: min ned û robb tevlî hev kiriye, spas ji bo hişyariya mergehezo nançû re * |
|
28.06.2016 00:01 ~17:11 |
biruya hayao miyazaki
|
37. piştî s06.b08ê meriv li benda beşekê xweş disekine û li gorî nivîs û şîroveyên înternetê beşa 9. hêviya min gur dibe. - *****xalîseya me ya ejdeha-perwer î rizgarker dê devê wan efendiyên kevn ên kendava xulaman çawa birrî? va têne şervanên wêrek ên khalasar... * - cercei ya xwînheram î gungiranê, ligel layê xwe ya şah î diltirs î bawermenda heft xwedayan, gelo dê çawa tolên xwe ji wan olperestên hizbulheftan rake? - sedema wîntir kamîn, white walkers gelo dê dest bi êrîşê bikin ya na? ya bran? bran dê çawa alî xelkê bike gelo? - *****ecêb li navbera jon snow û boltonê heram dê şer çawa biqewime? lannisterê sirgûnkirî dê ji bo xatirê şovalyeya me ya leydiyê alî jon snow bike ya na? - *****xweha theon greyjoyê ecêb li ku ye bi wan artêşa keştiyan? - gelo aryaya me ya çavsor î delal dê çi bike? -pirs pirs pirs... edîta me dît: pirsên bi pênç stêrkan(*****) di s0609ê de bersiva xwe birin. Bi rastî jî ev beş ya temaşekirinê ye. Geh ji bo kuştina efendiyên pozbilind û lihevhatinên khaleese û greyjoy xanim û peyvên wan ên femînizm difure û geh ji bo, ji aliyê sansa ve bi tajiyan kuştina boltonê bastard î heta hetayê, temaşekirinê dike cureyekê ejaculationê. ha wilo: Here lînkê cixareyekê? |
|
22.06.2016 17:31 ~2017.04.19 12:03 |
biruya hayao miyazaki
|
35. xwedeyo! em kî hez kirin, ew hat kuştin. |
|
23.01.2016 04:04 ~04:07 |
biruya hayao miyazaki
|