Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nebûna nivîskarên beşên kurdistanê yên dî di tirşikê de] de;

3. taybetiyê ku wekî her tirşikvanan min jî diavêje li ponijîn.

lê çima? ka li em sedema binêrin çiye:



1. berê her tiştê divê me re vê heqîqetê zanibe: cudahiyên zaravayan.

a-li bakur û rojava kurmancî dinivîsînin; xêndî kurmancî, li bakur, zazakî jî dipeyivin. ma halê ketina înternetê ya rojava heye?

b-li başûr soranî serdest e. hêladin wekî her kes dizane, di piraniya zanîngehên başûr de , perwerde bi îngilîzî ye. ev jî bandorekî li ser tercîha gelheyên keç û xortan ê kane têkeve înternetê ye.

c-li rojhilat kurmancî, soranî û goranî tê peyivîn. lê kîjan serdest e û kîjan wekî nivîskiyên standard tê qebûlkirin nizanim. ji xwe heta em werin cudahiya zaravayên rojhilat; divê me re vê helwestê jî bipirse?: ma azadiya înternetê li rojhilat heye û ew nayîn tirşik.net’ê?

karikê ku dikale wek ev tişta nizane ye. xerîbek ew entriya wî/wê ya dramatîk bixwîne, wê/wî têkeve fikrekî “kurmanc û soran û goran û zaza giş kane zaravayên kurdî fêm bikin û giş kane lê nanivîsînin; bêbextî ketiye ser wan û dilê malperên kurdî, herî zêdetir jî tirşik.net’ê dihêle!“ *



2. mijara binesaziya înternet a kurdistan di kîjan merhaleyê de ye? karika kalî gote ku kurdistan welatekî hatiye dagirkirin. peyvên herî rast a ew manîfestoya ku divê di beşa şano ya konservatuvaran de wekî tekstên dramatizasyon bê xwendin , qala dagirkirî bû. ka birê min/xwaka min, ka li min bibêje; him welat hatiye dagirkirî him jî tu benda têketina ev hemwelatiyan e? ka niha destê xwe dîne li ser wijdana xwe û bersiva vê pirsê bide: ev ne nakokî ye? ma tu dibê qey hêzên dagirker av û elektirîk û nexweşxane û rê û dibîstan belavkir qul û kuncika kurdistan û ma înternet? tu dibê herkes piştî çaxa zikê xwe têr dike û xwe diavêje înternetê? ew karika min a delal (min bibexşine zayenda te nizanim) peyvekî bêbext kiriye: “li gorî statistîkan pirraniya nivîskaran li amedê dijîn” ax lo, wax lê… ka ezê çi bibêjim te re? heşa huzûrê tirşikvanan, lê peyvik bavê min heye: “tu li ku de piranî dît, tu devê wan jî nerî, hema birevî!” lê pirsgirekê me ne peyvê bavê min e, em bidomînnin: ê birê min/xwaka min, ji bo ku piraniya nivîskara amedî ye, hun li tirşik.net’ê bi zimanê amedî dipeyivin an jî hun perestiya melekê tawis dike? heke na hun siwarbû trên û bangî min nakin?* ka li min bibêje, çi taybetiyê vê peyvê te heye?



3. belavnebûn û kêmbûna naskirina tirşik.net’ê. kêmbûna reklaman heye. hêla din kesê ku di ekşi, itü, uludağ û hwd de nivîsiye dibe ku kêmasiya tirşik.net’ê dîtine û bêhna wan teng bûye û çûne, heta vê kêmasiya xwe xelas bike. hek em bi kurtasî “sedema nûbûna malperê ye” bibêjin, li ba min hevokê herî baş ev dibe. ev gişa aliyêkî dînin, ma ew karika dibêje, dema malperan wedibe bi zûka, haya ‘umet û gelan dibe? hek em xebata simurg56 bibîne emê bibêjin hejmara nivîskarên aktîf û entriya ji nuha pir baş e. ne ji bo ez kêm dibînim; bi pereyekî çûk û bi bawerî û sebir şeş-heft meha karekî pir xweş derxistiye holê. ev jî derdikeve: bi vê sernavê mijar re bêheqî damezrênerê ferhengê tê kirin.



li ba min ev sê benda sedemê nebûna nivîskarên beşên kurdistanê yên din di tirşikê de ye.



nîşe: ên dixwaze kanin di hejmara sedema ku mijarên tirkiyeyê di tirşikê de ji yên kurdistanî bêtir in/20611 de, çavkaniya entriyê ewil a vê mijarê bixwîne. camêr/xanim peyvê min wekî i’daya tê bersivdan mîna tizbiya kevirîn di entriya xwe de xemilandiye û him jî gotiye “navê wî nayê bîra min”. bi vê jî bi dillûcanî xwekêmdîtina xwe bi herkesî re nîşan daye. piştî rîn û xwe dana wê/wî û gû kirina i’dayê xwe karekî nehiştiye min. ên dixwaze ji xwe wê kanibe peyamên min kontrol bike. ezê tenê çîvanokekî bibêjim û xêr û xweşiyê tirşikvanan bixwazim:



pê de riya de îcar bişon,

here,

riye navê de îcar bişon *



noT2: karik=forever dijber *



20.12.2013 20:13 | biruya hayao miyazaki