Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gaza xwezayî] de;

9. tiştekî xweş e û jiyana meriv hêsantir dike. di mala min de 7/24 saetan vekirî ye û di pileya 40ê de ye. (ji ber vê kêfa min ji zivistanê tê, mikur têm.) li welêt dê û bavê min li sobeya êzing û komiran israr dikin. merivên yexçar in, hînbûnên xwe nikarin biguherînin û lê bawer dikin ku gaza xwezayî buha ye. na, belkî ne erzantir be lê ne buha ye jî. nikarim ji wan re vebêjim, fêm nakin. hema elimîne zehmetiyê bikşînin, ji riya xwe venagerin.

niha li derve sermayeke pîs heye. ez bi tîşort û derpiyê kin di kêfa xwe de me. oxxweş. lê;
bi rastî dixwazim rokê, di mala min de sobeyeke min wiha bibe:
Here lînkê
lê car din jî, ji ber ceribên min tune ye, li min ev wekî alavekî romantîk/nostaljîk tê, ango di realîteyê de ez ê karibim wê an jî hez bikim, nizanim.



04.03.2018 14:56 ~14:57 | biruya hayao miyazaki