Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hayao miyazaki] de;

10. Fîlma wî ya nû the boy and the heron (lawik û masîxwer) li Tirkiyê jî ketiye vîzyonê. Bi kelecanî ez ê herime. (⁠✿⁠ ⁠♡⁠‿⁠♡⁠) ji fragmana fîlmê fêm dikim ku bi rastî gelek şopên fîlmên wî yên din jî li ser fîlmê tê dîtin, hema belkî hemû.





28.10.2023 09:52 ~09:55 | biruya hayao miyazaki

9. nhk (Japan Broadcasting Corporation) dokumanterek qala hayao miyazaki di malpera xwe de diweşîne: 10 years with hayao miyazaki. du beş in. miyazaki destûr daye tenê yek kesî ku wî bide ser fîlmê. di beşa pêşîn de pêvajoya çêkirina ponyo on the cliffê tê ser dîmenderê û temaşevan dibîne ku afirînerê me yê delal mîna dayikên helkî yên ku bi êşa zikê xwe, xwe diavêjin vê derê û wê derê, fîlma xwe ya nû difikire û riya xwe ava dike. gelkî kêfa min jê hat.

dokumanter nîşan dide ku miyazakî ketiye bin neleta my neighbor totoroyê ku fîlmek wî ya serkeftî ye û pir jê hez dikim. piştî vê fîlmê/totoroyê tu lehenga fîlmên wî qasî wê nebûye navdar û bifikirin ku piştî wê, fîlmek wî xelata fîlma herî baş a oscarê standiye ku ji her aliyê ve ev cara yekem e di cîhanê de. lê nelet nelet e.

her wiha destûrê nedaye layê xwe goro miyazaki ku fîlmê bikişîne ku fîlma wî ya bi navê tales from earthsea bi rastî jî di bin bandora bavê wî de maye. di dokumanterê tê dîtin, hayao bo layê wî nekeve bandora wî jê direve.

(vebijarka tirkî jî di jêrenivîsan de heye)
Here lînkê



04.04.2020 21:32 ~21:46 | biruya hayao miyazaki

1. derhênerekî sînemayê anîmasyona japon e. herî mezinê derhênera sînemayê anîmasyon jî ew e. em dikarin, wî wekî mîmara anîmasyonê jî bibîne. ev jî wî dike hunermendê manga û anîme. babeta fîlmên wî piranî li ser zaroka ye û lehngên wî jî hema em bibêje giş keçik e.



çend fîlmên wî:

the castle of cagliostro (1979)

nausicaä of the valley of wind (newala bi ba -1984)

laputa: the castle in the sky (laputa: kela li asîman -1986)

my neighbor totoro (cîrana min totoro -1988)

kiki's delivery service (1989)

princess mononoke (1997)

spirited away (2001)

howl's moving castle (2004)

ponyo on the cliff (2008)



11.10.2013 23:45 | biruya hayao miyazaki