Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [katîtzî] de;

1. romanekê xweş a zarokan e. jiyana keçekê 8 salî ya romenekê (qereçî) ya bi navê katîtzî vedibêje. mirov -heke peyde bike- dikare wekî diyariya rojbûnê bide zarokên 8 salî û heta 14 saliyan. min çend sal berê ji medya kitabevî kirîbû.

wekî giştî dikarim bibêjim ku nivîskara katîtziyê katarina taikon -ku jiyana xwe ya bi xwe kiriye roman- li bin bandora xaltîka astrid lindgrenê maye. bi rehetî bibêjim ku di hinin beşan rasterast pippi langstrumpf anî bîra min. (yên dixwazin her du roman dînin ber hev dikarin kurdiya wê jî bikire: pippiya goredirêj li humlegårdenê)

katîtzî heta 8 saliya xwe li mala zarokan (~êtimxane) dimîne û rojekê bavê wê tê û wê dibe konika wan. heta wê demê katîtzî nizanîbûye ku ew romen e. piştre hinin bûyer tên serê wan û dibîne ku qereçîbûn tiştekî nexweş e li ber çavên xelkê. di hinin rûpelan de giriyên min bi pirsên bêguneh a katîtziyê hat ên ku digot, "mirov çima ji qereçiyan hez nake?" hwd.

wekî di paşberga pirtûkê tê xwendin, ev rêzepirtûk e lê nizanim weşanxaneya nûdemê pirtûkên din ên vê rêzê wergerandiye yan na. xweş, hebe jî niha bawer im ketibe ber destê sehafên çavbirçî. ji ber ku weşanxane êdî tune ye.



25.01.2022 13:09 ~13:10 | biruya hayao miyazaki