Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bandana] de;

1. destmala mezin a ku bi piranî bo hevdana porê tê bikaranîn. loma mîna benekî li dora serî, ji ser eniyê ve tê girêdayîn, lê helbet ji benê pehntir û firehtir e. ji bo kesên ku porên wan dirêj in lê ne qasî yên girêdayînê ne, aqsesûarekê kêrhatî ye. hinin li stûyê xwe girêdidin mîna poşî. yek ji kincên populer ên wan xort û ciwanan e ku nasnameyên xwe li derûdora çanda rock û punkê bi cih dikin. di protestoyên giştî de miheqeq hinin kes derdikevin ku ji bo rûyên xwe veşêrin, bi bandanayê serçavên xwe dinixûmînin. bi min bandanaya herî navdar a lucky luke e. sor e û di stûyê wî de ye. ez bi xwe jî bi kar tînim.
bandana:Here lînkê
lucky luke: Here lînkê



17.05.2021 09:38 ~09:51 | biruya hayao miyazaki