Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gaya sa pelikula] de;

1. rêzefîlmên bl di rojhilata dûr de xwedî pîyasayekî mezin e. di vê qadê de tayland bênîqaş ya herî pêşketî ye lê belê ji aliyê lîstikvanî û derhênaniyê ve rêzefîlmên wan miheqeq piştî çend beşan mirov dika qansêr, diqulipin ser temsîlekê acemî, musamereyekê nebaş. min digot qey jê xirabtir tune ye. lê belê min rêzefîlmên fîlîpîniyan dît... oo xwedêyo! tayland li cem wan dibe pantheona xelatên oscar, bavê teyar jî dibe profesorê lîstikvaniyê asdfg... heta ku gaya sa pelikula, kengî welatê rêzefîlmê bibînim ku fîlîpîn e, direviyam. lê pêr çi bû, min şansekê din da fîlîpiniyan* şukir ji xwedê îcar tiştekî xweş derketiye holê. dîsa ji aliyê senaryoyê ve hinin tehmnexweşî hene, lê li ba xweşiyan mirov dikare dengê xwe dernexe - helbet li cem rêzefîlmên din, tew ti girîngiyê nede wan* lîstikvaniya du lehengên sereke bi rastî pir xweş bû. hele ukeya me Karl Frederick di vê qadê de navê xwe bi herfên zêrîn ddfgfdgfh temam, nepixandin li aliyekê, baş bû.*



09.05.2021 10:46 ~10:49 | biruya hayao miyazaki